Îtilaata Sine ava Aviyer dixe bin kontirola xwe

13:48 - 6 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku şêniyên bajarê Sin û gundên derdora wê ji bêaviyê dinal in, hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê, ava çiyayên Aviyêr dixin bin kontirola xwe.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew çend meh in ku hêzên Îtilaat a Îranê, bi vedana bîran, ava çiyayên Avdêr ber bi cihên rûniştina hêzên hikûmertê ve bi rêya boriyan vediguhes in.

Yek ji bîrvedêr (çalkol) ên Sine li ser vê pirsê ajansa Kurdpa re got: Ji îro şûnde piraniya bîrvedêr (çalken) ên parêzgeha Sine, ji aliyê hêzên ewlekarî ve haine vexwendin û soz ji wan hatiye standin ku heya biryara hikûmetê neyê dayîn, wan mafê vê hindê nîne dest bi kolana çalan bikin.

Di wan salên dawî de, ava vexwarina parêzgeha sine, bi sedema nixteya kêm (barîna kêm) û paşxistina avê li pişt bendava Qişlaq, bi kirîzeke mezin re rû bi rû bûye.

Navenda Îtilaat a Sine, navbera du deverên çiyî yên Xusrowabad(Şiblî) û Seferî (Aviyêr); di berferehiya nêzî 100 hiktarî de bi cih bûye.

Tevahiya wê deverê ji aliyê hêzên ewlehî , bi rêya kamêrayên teybet ve, tê kontirol kirin.

Hêjayî gotinê ye, gorî çavkaniyên agah û kesên nêzî deverê, hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, hemwelatiyên binçavkirî bo demên dirêj bi wî mekanî vediguhez in.
Pêştir jî îdareya Îtilaat a Sine, xelkên deverê xistibûn bin zext û givaşan daku bi neçarî erd û zeviyên wan bi nirxek erzan ji wan bistîn in. Bi berxewdaneke kin a welatiyan (di encama givaşan de), wan zeviyên xwe bi beheyeke kêm teslîmî hikûmetê kirin.