Îrec Hesenzade: Em Nahêlin Kurdistan Bibe Binkeyek Aram Bo Qaçaxçiyan

12:24 - 17 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Cîgirê Siyasî û ewlekarî yê parêzegeha Sine Îrec Hesenzade ragihand, hewlên pêşgirane û berdewam ên hêzên ewlekarî-întîzamî yên parêzgeha Kurdistanê bûye sedem ku qaçaxçî di vê parêzgehê de hest bi aramî nekin.


Nûçegihaniya Fars li ser zimanê Îrec Hesenzade ragihand piştevanîkirin ji qaçaxçiyan yek ji hewlên welatên Rojava ye û ev welatane dixwazin bi karên han pêşî ji geşekirina aboriya Îranê bigirin.

Vî berpirsê herwiha got: hêzên me bi hestkirin bi ev pîlana bi fêl ya dujminan, bo binbirkirina kirîza qaçaxê dê hemû hewlênn xwe bikar bixin.

Ev gotinên han di demekê de ye ku heyamek beriya niha hêzên Întîzamî yên Îranê êrîş kirin ser gundê Nigil a ser bi bajarê Sine û dest bi ser komek alav û şimekên kasibkaran di vî gundî de girtin.
Hêzên ewlekarî-întizamî yên Îranê rojane bi hêceta qaçaxaşimekan, welatiyên sivîl ên Kurd û kasibkarên sersînor didin ber destrêjiya guleyan û wan dikujin.
Li gor serjimêriya tomarkirî ji aliyê navenda Ajansa Kurdpa ji destpêka meha Octoberê heta niha 16 welatiyên kasibkar bi teqeya hêzên Îranê hatine kuştin û 2kesên din jî birîndar bûne.

Di nava kuştiyan de 8 kes xelkê Serdeşt û derdorê bûne.