ÎRANÊ HEREŞE JI AMERÎKAYÊ KIR

13:50 - 24 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Îran dibêje heku şer li hev bê, emê Bingehên Amerîkayê li welatên Erebî bikin armanca erîşan.

Di demekî de ku Amerîka li avên Kendavê di hevkariya 30 welatan manorê dide, lê Îran hereşeyê ji Amerîkayê zêde dike.

Elerebiyye got: Fermanderê Hêzên Çekdare Îranê dibêje, heku şer biqewime, emê êrîşê bikin ser Amerîkayê.

Emîr Hacî Zade, hereşe bo êrîşa ser bingehên Amerîkayê li Qeter, Efxanistan û Behreynê kir.

Çend rojan beriya niha jî Îranê gotibû: renge şer pêk bê.

Îran dibêje em li hember êrîşên Israîlê bê den nabin.

Her di wê pûwendiyê de serokwzîrê Israîlê daxuyand, dibe Amerîka Holek Sor jib o xebatên Etomiye Îranê diyar bike.