ÎRANÊ HAYDARÎ DA TURKIYE Û HIN WELATÊN DIN

15:19 - 7 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Berpirsê Hêzên Çekdare Komara Islamiya Îranê Hoşdarî da Turkiye û Qeter û Erebistana Se’Ûdî di ji bo ku desttêwerdanan di rewşa navçeyê de dikin.

Li Gor Nûçeyê Mêhrê, Hesen Fîrûz Azbadî dibêje Berpirsyarê kuştarên li Sûriye ev 3 Welat in.

Ev her wisa dide zanîn ku 3 Welatên navbirî dest di li hev hatina Qeyrana Sûriye de hene.

Têkiliyên Îran û Turkiye puiştî Piştgiriya Turkiye ji Arteşa Azad, aloz bûye.

Her di wê pêwendiyê de Turkiye car din Piştevaniya xwe ji Arteşa Azad nîşan da û Hêzên xwe jî li Sînorên Wî Welatî dabezandine.