Îranê dîsa zindaniyekî siyasî ê Kurd daliqand

01:01 - 16 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Zindaniyekî siyasî yê Kurd û xelkê Mahabada rojhilatê Kurdistanê, li zindana navendî a Mîyanduavê hat darvekirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, girtiyê siyasî yê Kurd, Mensûr Arwend, xelkê Mahabadê berdestê sibeha roja yekşemî (14 hezîranê), li zindana Mîyandûava ser bi Urmiyê, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat daliqandin.

Navborî bi tometa alîkarîkirin ligel partiyeke opozisyon û qaşoyî hikûmeta îslamiya Îranê, herwiha hember Xwedê derketin (muharibe), bi îdamkirinê hatibû mehkûmkirin.

Payamnêrê Kurdpa li Mahabadê bi aghdarbûn ji rastiya bûyerê û peywendî girtin ligel çavkaniyeke agah a nûçeyan, tevî piştrastkirina vê nûçeyê, amaje bi vê yekê jî kir ku malbata Mensûr Arvend bêy ku pêştir bên haydarkirin, mirovên wan hatiye îdam kirin.

Hêjayî gotinê ye gor heman çavkaniyê, cenazeyê navborî ji tirsa serhildana dubare ya Mahabadê, teslîmî malbata wî nahetiye kirin, ji ber wê ku dihat payîn eşkence beriya mirinê ji wî hatibin kirin û nîşaneyên lêdan û derbên qamçîyan li ser leşê wî hatiban dîtin, hikûmetê ew yek nipejirandibe.

Mensûr Arvend piştî veguhstina wî li zindana Mahabadê bo Mîyandûavê, hewisa rexenegirtin û qebûlnekirina hukmê jêre hatî pesendkirin, dihat payîn ew ji darvekirinê rizag bibe, lê bi awayekî matmayî îro berovajî hertiştî ew hat îdamkirin.
Arvend beriya niha bi 4 salan, bi tometa alîkarîkirin ligel partiyeke dijberî hikûmeta îslamiya Îranê û hember Xwedê derketin, bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin.