Îran/ Dîsan xwe kuştin li Kurdistanê

18:45 - 5 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Roj nebe ku li welatê Îranê mirinênên nenormal pêkneyên. Du rojên borî, du haletên din ên xwekujî li bajarên Seqiz û Rebet li rojhilatê Kurdistanê qewimîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, yek ji wan haletên xwe kujî, jineke 33 salî a bi navê Sipîde Ozind bû ku li Rebeta Serdeştê agir berda leşê xwe û dawî bi jiyanê anî.

Peyamnêrê Kurdpa sedema sereke a wê bûyerê nakokiyên malbatî ragihan û got: Ew jina mirî xwedî 3 zarok bû.

Ji aliyekî din ve her li vê hefteya em tê de, li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê, ciwanekî bi riya darvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.

Şehab Subhanî Ciwanê 18 salî ê Seqzî ku beriya niha bi çend rojan xwe daliqan

Nasnameya wî ciwanî Şehab Subhanî hatiye ragihandin ku bi sedema bêkarî û zextên psîkolojî û derûnî xwe bi dar vekir .

Termê navborî piştî derketin ji otopsiyê û radestkirin bi malbata wî hat defin kirin.

Dr. Nasir Fikohî sedemên xwekuştinê li Îranê, kirîza civakî dizane û bi ser vê baweriyê ye ku kirîz bi sedema navbira beyna du nifşên nû û berê ên civakî de ye; jiber ku civana xwestekên zêdetir hen lê li welatê Îranê ew pirsgirêk bi wan re nehatine çereser kirin.