Îran/ Bûyerên kar bûn sedema mirinê

14:27 - 11 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Karkerekî Kurd ji bilindiya avahiyekî re ket û jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi 16 rojan ciwanekî Kurd ê xelkê Paweya rojhilatê Kurdistanê bi navê Emîr Husênî ji binayekî Tehrana Paytextê Îranê ketibû û ew rakirbûn nexweşxaneya Mîlad a wî bajarî.

Çavkaniyeke agah li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa re got: Ew ciwanê Kurd ê 20 salî piştî 16 roj jêr çavdêriya bijîşî, doh bervar 10’ê şibata 2015’an, li nexweşxaneyê jiyana xwe jı dest da.

\"24689.jpg\"
Emîr Husênî, piştî 16 roj li nexweşxaneya Mîlad a Tehranê jiyana xwe winda kir
Navborî ji rûniştiyên gundê “Siryas” ê ser bi Paweya rojhilatê Kurdistanê bû.

Ji aliyekî din ve du bira ku wek çavdêr bi şev li kompaniyeke bajarê Gîlana Rojava ya Kirmaşanê diman, bi sedema bîhn girtina dûkela rejiya darikan, tendurustiya xwe wida kirin.

Tê gotin yek ji wan ku 24 sal temenê wî bûn bi sedema dijwariya nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, lê birayê wî li nexweşxaneyê bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Hejmarek zor ji karkeran li welatê Îranê, ji pêdiviyên wek sigorta (bîyme) avahî û piraniya tiştên ku bo jiyanê pêwîst in bêpar mane.

Di dema îro de karker li Îranê 3 qatê caran bin hêla hejarî û xêzaniyê de dijîn.