Îran/ binçav kirina herî kêm 30 welatiyên Belûç

12:56 - 5 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di êrîşeke ewlekarî a hêzên hikûmeta Îranê bi gundekî ser bi bajarê Serbaz, zêdeyî 30 welatiyên Belûç hatin binçav kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, doh 4 ‘ê çileya paşîn(january) a 2015’an, hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, herî kêm 30 hemwelatiyên Belûçî, binçav kirin û bo cihekî nediyar veguheztin.

Du kes ji wan kesên binçav kirî ku pêşnimêj û rûsipiyên gund bûn, piştî çend demjmêran, serbest hatin berdan.

Çalakvanên Belûç, sedema binçav kirina wan kesane , mirna mamûstayekî ne xwecî bi navê “Îsa Şehrekî” û herwiha kuştina biguman a Qoricî (Besîcekî) bi navê “Edhem Sebîrî” destnîşan kirin.

Binçav kirina zêdeyî 30 welatiyên Belûç ji aliyên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve

Êrîşa memûrên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, li Sîstan û Belûçistana Îranê, gorî nûçeyên hatinî ragihandin (bê hebûna hukmê qezayî) ,doh berbanga sibê pêkhat.

Nasnameya 23 kes ji wan girtiyan, li malpera çalakvanê Belûç hatiye ku her ew jêder binçav kirina hindek kesan li gundên derdorê wek “Dirîgan û “Elîabad ”jî piştrast dike.

Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, bi şikandina der û pencereyan diçin nav malên wan hemwelatiyan û bi detê zorê wan digrin, herwisa “kompûter”û telefonên destî yên wan jî, dest bi ser de digrin.

“Nesîrabad” di 45 kîlometriya bajarê “Rask”a navenda “Serbaz” û li 125 kîlometriya bajarê “Îranşehr” ber bi “Çabihar” li welatê Îranê bi cî bûye.