Îran Û Iraq Mijûlê Darêtina Terkehê Ne Bo Êrîşkirin Bo Ser Kempa Eşref

12:29 - 20 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Li gor daxûyaniya Saziya Mucahidînê Xelq, herdu hikûmetên Îran û Iraqê li halê darêtina pîlanekê ne bo êrîşkirin bo ser binkeyên saziya Mucahidîna Xelq li kempa Eşref:

Di beşek a vê daxûyaniyê de hatiye “Heyamê du heftiyan e ku balyozxaneya Îran û Iraqê li Bexda bi hevahengî ligel serokwezîrê Iraqê, mijûlê darêtina terhek nû ya leşkerî ne bi êrîşkirin bo ser kempa Eşref.

Di beşek din ya daxûyaniyê de hatiye ku hikûmeta Iraqê hêzek zaf li ber deriyê sereke ya kempa Eşref cihgîr kiriye.
Saziya Mucihdîna Xelq daxwaz ji gişt sazî û navendên mirovhez kiriye ku li hember kiryarên Îran û Iraqê di vê derbarê de xwedî helwest bin.

Li sala 1983-an Sedam Husên kempek bi navê Eşref li nêzîk Bexda da hêzên Mucahidînê Xelq. Piştî nemana rejîma Beas ev kempa ji aliyê hêzên Amerîka ve dihat parastin, lê piştî derbazbûna çend salan hêzên Iraqê ev erk gortin stûyê xwe. Di havîna îsla de di encama êrîşek leşkerî ji aliyê Iraqê ve bo ser kempa Eşref, zêdeyî 30 kes ji rûniştiyên vê kempê hatin kuştin.