Îran, Sûrîye û Koreya Bakur Rê Nadin Peymana Bazirganîya Cîhanî ya Çekan

14:07 - 30 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Îran, Sûrîye û Koreya Bakur rê li ber Neteweyên Yekbûyî girt ku guherîneke di bazirganîya cîhanî ya çekan de bike ku buhayê wê bazirganîyê jî biqasî 70 mîlyar dolar e.

Jibo cîhanîna peymanê yekdengîya endamên hewce bû, lê bi dijberîya sê welatan ew yek pêk nehat.

Lê, amadakarên pêşnîyarê  dibêjin, ewê bernivîs dê bibin Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku te çaverê kirin li wê derê bi hesanî derbaz be.

Eger pêşnîyar were pejirandin, pîvanên navnetewî li ser derkirîn, derfirotin û destguherîna çekên konvansîyonel zêde dibin. Pêşnîyar herwiha misoger bike ku çek di kiryarên terorîstî û zêdegavîya mafên mirovan de neyêne xebitandin.

Îran, Sûrîye û Koreya Bakur dibêjin, bernivîs bi alî bû û bi mebestên sîyasî hatibû hazir kirin û bersîva pêdivîyên wan nedida.

Amerîka ku di derfirotina çekan de li rêza yekê ye, berê nerazîbûna xwe li sder hin xalên pêşnîyarê dîyar kiribû. Lê, dîplamatên Amerîkî roja Sêşemê ragihandibûn ku bernivîs rewa ye û Washinton çaverê ye ku ew pêşnîyar bibe qanûn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî got, ew piştrast e ku pêşnîyar dê di demeke nêzîk de were qebûl kirin.(VOA)