Îran Pêşniyara Çêkirina Binkeyek Etomî Bi Nirxa 40 Milyard Dolaran Pêşkeşî Rûsiyê Kir

12:08 - 12 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Berpirsê Saziya Hêza Etomî ya Rûsiyê Sirginî Kirîcinko ragihand hikmeta Tehranê pêşniyara çêkirina binkeyek etomî bi nirxa 40 milyard dolaran di nava axa welatê wan de, pêşkeşî Rûsiyê kiriye.

Malpera Duwîçile li ser zimanê Sirginî Kirîcinko belav kir ku Rûsiye mijûlê nirxanidin û berhevdana pêşniyara Îranê ye.

Ev pêşniyara Îranê di demekê de ye ku Civata Ewlehiya Saziya Netewên Yekbûyî di rapora xwe ya herî nû de hikûmeta Îranê tawanbar kiriye bi hewildan bo bidestxistina çeka etomî.

Berpirsên Îranê dibêjin ku ev binkeyên navokî tenê bi armanca aştîxwazane û dabînkirina elekterîkê tên çêkirin.

Her di vê pêwendiyê de Ban Kî Mon dawaz ji Îranê kiriye ku aştîxwazbûna bernameyên xwe îsbat biket.

Hikûmeta Îranê binkeyek etomî li Bûşihrê heye ku zêdetir ji 30 salan e hatiye avakirin û di meha August ya îsal de bi hevkariya karnasên Rûsî dest bi karê xwe kir.