Îran hember her çalakiyekî li Kurdistanê dibe asteng

15:33 - 26 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî din ê çandî li Sineya rojhilatê Kudistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve, hat bangkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, Urfan Saîdpenah serpereştê enstîtûya “Hewraz” û yek ji mamosteyên zimanê Kurdî li Sine, bi navenda ewlekarî ya wî bajarî hat vexwendin.

Çavkaniyeke haydar li ser wê mijarê ji peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Ew çalakvanê Kurd ê çandî ew demeke dirê e ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve zext û givaş lê tên kirin.

\"27086.jpg\"
Urfan Saîdpenah
Wê çavkaniyê tevî îşarekirin bi givaşên li ser Saîdpenah, eva jî anî ziman: Hêzên ewlekarî ên Îranê, astengiyan bo wî çalakvanê kurd di warê çandî de û çalakvanên din, (di biyavên cihê reng de) tînin holê.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên binçavkirina wî ciwanê Kurd, zanyariyek negihîştiye berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa.

Girêdayî vê tewer(mijar) ê, 17`ê hezîrana îsal jî dîsa ciwanekî din ê binavê Kawe Xusrewî Kudstanî (xwendekarê qonaxa karnasî) li zanîngeha Payamnûr a Sine, ji hêla navenda ewlekarî ya bajarê navborî ve hatibû bangkirin ku heya niha jî tu agahiyek ji çarenûsa wî bi dest nekevtiye.