Îran ber bi xela ê ve diçe

20:28 - 1 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Nirxa nan wek pêdiviya serke a jiyana xelkê, tevî sozên dewleta hêvî û tedbîr a Hesen Rûhanî bi nisbet nirxa berê %30 girantir bû.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, heyeta wezîran (meha borî) ragihandibû: Ji destpêka meha dawîn a Payîzê de hemû cureyên nan li çav nirxa pêştir ji sedî 30 zêdetir dibe, ku ew biryare piştî 10 rojan divê bi awayekî piratîk di nanxaneyan de ektîv bibe.

Li gorî xişte (lîste) ya nû, nanê Sengek ji 600 Tûmenî bo 780 Tûmen, nanê Lewaşe ji 160 bo 208, semon ji 300 bo 390 û nanê semoneyê rûnî ji, ji 500 Tûmenî bo 650 Tûmenî giran bû.

Berdevkê dewleta 11’em got: Dewletê tu biryarek bo biha giraniya nan nedaye, lê wê fersendê didin nanxaneyan ku gorî rewşa her parêzgehekî nirxa nan %30 zêde bikin.

Muhsên Lozûmiyan, berpirsê berhemanîn û parvekirina nan got: Hemû cureyên ard jî giranî bi xwe ditiy e; nirxa ardê %18 î bûye 830 Tûmen, ardê %15 î (815 Tûmen), ardê %12 î (800 Tûmen) û ardê %21î jî (845 Tûmen) zêde bûye.

Zêde bûna nirxa nan di demekê de ye ku evsal nirxa pêşniyara dewletê bo kirîna genim gor salên borî, tenê sedî 10 zêdebûn bi xwe girtiye.

Gorî berhevokeke hatî encam dan, her Îraniyek bi awayekî navînî (miyangîn), rojane 310 giram nan bikar tîne.