Îran: Baştir ewe ku Beşar Esed heya Helbijartinan bimîne !

16:14 - 23 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê komîteya ewlehiya niştimanî û siyaseta derve li encûmena Şivra Komara Îslamiya Îranê “Elêdîn Birucêrdî” ragihand ku, ew dixwazin Beşar Esed heya hilbijartinên sala 2014`an li desthilatê de bimîne.

Birucêrdî piştî serdana Sûriyê û hevdîtina li gel Serokê Sûriyê Beşar Esed di kongireyekî rojnamevanî de ragihand: \"Sênariyoya herî baş heya havîna 2014`an ku dema hilbijartinên serokomariyêye Beşar Esed wek serokomar bimîne.\"

Elaêdîn Birucêrdî bê vê yekê ku navekê bîne,rexne li welatên cîran yên Sûriyê girt ku alîkariya opozisyona Sûriyê dikin û bi vî awayî qeyranê zêde dikin.

Serokê komîteya ewlehiya niştimanî û siyaseta derve li encûmena Şivra Komara Îslamiya Îranê pêdagirî li wê yekê kir ku Îran piştevaniya bernameya siyasî ya çareseriya aloziyê dike û di wê baweriyê deye ku rêya derkvtina ji qeyranê bi diyaloga niştimanî û lihevkirina di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyê dibe û bi rêyên aştiyane dê pêşeroja Sûriyê diyar bike.

Cihê basêye ku opozisyona Sûriyê û dewletên rojava û Amerîka her tim dibêjn ku rejîma Îranê li tepeser kirin û kuştina xelkê Sûriyê de pişikdare û alikariya nizamî digihîne Beşar esed.