Îran Amdebûna Xwe Bo Hevkariya Leşkerî Û Ewlehî Li Iraqê De Diyar Dike

12:44 - 27 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Berpirsê Leşkerî ên Hikûmeta Îranê serbarê diyarkirina keyfxweşiya xwe derheq vekişandina hêzên Amerîka li Iraqê, amadebûna welatê xwe bo her cure hevkariyek leşkerî û ewlehî derheq Iraqê diyar kir.

Nûçegihaniya IRNA li ser zimanê berpirsê sitada hevbeş ya hêzên çekdar ya Îranê, Hesen Fîrûzabad raginad:\"Piştî vekişandina hêzên Amerîka li Iraqê, emê pêwendiyên xwe ligel Iraqê xurtir bikin.\"

Navbirî herwiha zêde kir ku amade ne bo her cure hevkariyek leşkerî û ewlehî bo Iraqê.

Çavdêrên siyasî yên Amerîkayê li ser vê bawerê ne ku seba ew valahiya siyasî ku ketiye nav hêzên siyasî yên Iraqê de, Îran dikare bi awayek nerênî mifahê jê bistîne.