Îran 25 milyon Tûmenî dide kuştiyên Filistînî yên di şerê Îsra’îlê de

19:38 - 25 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Balyozê Îranê li Lubnanê ragehand ku, Komara Îslamî ya Îranê, bo her malbatekî Filîstînê ku kesekî wan bi destê Îsra’îlên hatibin kuştin, an ku avahî û derûbanên wan bi destê Îsra’îlê ve hatibin xirab kirin, bi qasê 7 hizar dolarê Amerîkî ku nêzî bi 25 milyon Tûmenê Îranê dike, alîkariyê dide.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemî berwarê 24’ê Şubata 2016’an’ Mihemed Fethelî di konfiranseke rojnamevanî de li Beyrûtê ragehand ku, li gorî biryara Komara Îslamî, bo her malbatekî ku kesekî xwe di şerê lidijî Îsra’îlê jidest dabe, 7 hizar dolar û herweha her malbatek ku, derûban an ku avahiya wan bi destê Îsral’îliyan ve hatibe xirab kirin, 30 hizar dolar, alîkariyê dike.

Ev biryara Komara Îslamî bertekên tund ên Îsra’îlê bi dû xwe re anî, bi awayekî ku wezareta karûbarên derve ya Îsra’îlê di daxuyaniyekê de, ev piştevanî bi tundî rexne kirin.

Îsra’îlê ragehand ku, ev karê Komara îslamî careke din piştevaniya Tehranê ji terorê nîşan dide û vê yekê diselimîne ku, piştî lihevkirina etomî jî, hêj Komara Îslamî di qada terorîzma navnetevî, ekterê sereke ye.

Hewceyî basê ye ku welatê Îsra’îlê yek ji dijberên sereke ya lihevkirina etomî ya di navbera Komara Îslamî û welatên 5+1 e.