Îlam/ Pileya germê 52 pile jor Sifrê hat ragihandin

16:46 - 15 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Pileyên Germê li Îlamê bi berhevdan li gel salên derbasbûyî jordeçûnek zêde bi xwe dîtiye, bi awayekê ku li hin bajarên vê parêzgehê de, pileya germê gihaye 52 pileyan.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îdareya seqanasî ya parêzgeha Îlamê daye zanîn ku pileyên germê li vê parêzgehê de bi berhevdan li gel sala borî, 2 pileyan jordeçûn bi xwe dîtiye.

Li gor ragihandina giştî ya seqanasiya parêzgeha Îlamê, bajarê Mêhran bi 52 pile û Dihloran bi 51 pileyan ji bajarên herî germ ên vê parêzgehê ne.

Yûsif Şêx Milûkî bas ji vê jî kiriye ku egera vê hindê heye ku heya dawiya vê hefteyê pileyên germê li hin bajarên parêzgehê de bilindtir bibin.

Her li parêzgeha Îlamê de jî pêşbîniya vê hindê hatiye kirin ku heya dawiya vê hefteyê dê pêlek ji tep û tozê hemû parêzgehê vebigre.

Îlam ku bi bêpartirîn cih li gor parêzgehên din ên rojavaya Îranê tê hesibandin, her midehê carekê tûşî pêla tep û tozê dibe û li piraniya haletên wê de, mewdaya dîtinê digehe kêmtir ji 5 metroyan.

Tûz û dûmana han hevdem li gel xwe re penceşêr û çendîn nesaxiyên din jî bi dû xwe re tîne û li gor gotina pizîşkan nesaxiya Penceşêrê jî li vê parêzgehê de bi berhevdan li gel salên borî de rû ji zêdebûnê kiriye.