Îdareya îtila`atê gefan ji mamostayan dixwe

15:39 - 1 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Îdareya îtila`ata bajarê Sine, bi şandina peyaman, qefan ji mamostayên xwendingehan dixwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di rojên borî de, îdareya îtila`ata bajarê Sine, bi şandina peyaman, qef ji mamostayên xwendingehan xwerine.

Îdareya îtila`ata bajarê Sine di wan peyamên xwe de, gef ji mamostayan xwerine, û ji wan daxwazkirine da ku, li beşdarîkirina di girevên mamostayan de, xwe biparêzin, ku ew ji aliyê girûpên “li dijî Şoreş”ê tên ragehandin.

Herwisa îdareya îtila`ata bajarê Sine , ji mamostayan re hişdarî dane ku, digel rojnamevan û medyayên ku li derveyî Îranê ne neaxivin.

Şêvra Hevahengî a saziyên sênfî yên Îranê, bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaz ji mamostayan kirine da ku, di heyama rojên 12, 13 û 14`ê Reşemehê de, li hemberî cîbicî nekirina daxwaziyên wan, bi amadebûn li ofîsên xwendingehan de, û çûn bo polên xwendinê xwe biparêzin.