Hunermendên Kurd Kanîbêlê destek dikin

15:21 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa kurdpa: Sedulah Nesîrî hunermendê Kurd li Sineya rojhilatê Kurdistanê, ligel girûpeke hunerî ber bi Ewropa birê kevtin daku li Festîvala Cîhanî a Muzîkê li Îtalya beşdar bibin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Sedulah Nesîrî bi durişma rizgarkirina “Kanîbêl” bo beşdarîkirin li Festîvala Cîhanî a muzîkê ber bi Îtaliya ve birê kevtiye.

Ew hunermendê Kurd bo heyamê 15 rojan, dê bi armanca piştevanîkirin li Kanîbêl, hunera xwe nîşan bide.

\"28262.jpg\"
Girûpa mozîka Kurdistan, bi 4 peyamên sereke”Ji holê rabûna şer û tundrewî li cîhanê”, “Rizgarkirina Kanîbêl”, “Pêragihîştina dubare bi seyrangeha Aviyer” û “Rizgarkirina gola Zirêbar a Merîwanê”, beşdarî Festîvala Îtaliyayê bûne.

Girêdayî heman mijarê, hunermendên Paweya rojhilatê Kurdistanê jî, avaza bi navê “Nîştiman” bi armanca destek -kirina Kanîbêl amade û belvkiribûn.

Avaza “Niştîman” piştî 7 mehan bi dengê Şaho Husênê û Şueyb Xalidî, bi hevkariya hunermend Aram Mustofî hatibû amadekirin. 

Karnasên warê jîngeh û xwezanasî, ser vê baweriyê ne: Di egera ji holê rabûna “Kanîbil”, dê bandorên xwe yên siyasî û civatî, li ser civakê daybine.
Serçaveya “Kanîbil” ji 15 km bajarê Nûdşe û 3 km gundê dîrokî- mesebî yê Hecîc derdikeve. Ew kanî piştre bi dirêjahiya 15 km tevlî çemê Sîrwan dibe.

Kanîbil navê xwe ji Xwedayê avê yê Babiliyên Bastan girtiye. Di zimanê Yûnanî de jî Bêl tê wateya Xwedayê avan.