Hunermendekî Kurd koça dawiyê kir

19:38 - 21 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Yek ji hunermendên warê muzîk û stranên fulklur ên Kurdî, bi nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpa, êvariya roja 28’ê Sermawezê Ebdullah Qurbanî naskirî bi “Ebe Maçkeyî” di temenê 74 saliyê de koça dawiyê kir.

Navbirî ku li bajarê Qesra Şîrîn a ser bi parêzgeha kirmaşanê de ji dayîk bûye, di temenê 12 saliyê de mala xwe bar kiriye Dîwanderê, û piştre jî çûne taxa “Teqteqan” a bajarê Sinê.

Navbirî di salên borî de li Radyoya Kirmaşanê de, digel hunermendên mezin ên Kurd ên wekî Mezher Xaliqî, Hesen Zîrek, û Îsma’îl Mesqetî kar kiriye.

Termê navbirî sibehiya 29’ê Sermawezê li beşa hunermendên Beheşta Mihemedî ya vî bajarî de bi axê hate spartin.