Hunermendekî Bokanî di festîvala hunerî ya Diyarbekirê li Tirkiyê de beşdarî kir

20:24 - 30 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hêmin Qaremanî hunermendê nîgarkêş û peykersaz ê Kurd li festîvala hunerî ya Diyarbekira Tirkiyê de beşdarî kir.

Li gora raporên belavbûyî Hêmin Qaremanî xelkê bajarê Bokanê ye, ku di festîvala hunerî ya Diyarbekirê de berhemên xwe ên navxweyî xistin ber destên amadebûyiyên festîvalê.

Qaremanî çalakiyên xwe ji sala 1370’î ve dest pê kiriye, û bawernameya karnasiya terahiya pîşeyî li zankoya hunerên ciwan û herwisa bawernameya karnasiya bilind li beşa mî’mariyê de wergirtiye.

Navbirî heya niha di çendîn festîvalan de beşdarî kiriye, û çendîn pêşangeh jî bi rê ve birine.

Hêmin Qaremanî sala 1385’an ji dayîk bûye, û niha jî mijûlî nîgarkêşî û peykersaziyê ye.