Hunermedên Kurd bi çêkirina wêneçîrokekê destek dan nerazîbûnên Mehabadê+wêneçîrok

14:48 - 14 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek çalakvanên çandî yên Kurd, bi çêkirina enîmasyonekê piştevaniya xwe ji xwepêşandana 7`ê Gulanê ya ku bi munasibeta mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî hatibû lidarxstin, îlan kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek ji çalakvanên çandî yên Kurd, bi dirûşma“Xwediyê rastîn yê wê qadê, em in” enîmasyon (enîmêyşên) ek li ser bûyera Mehabadê durist kirin.

Sazkerên vê enîmasyonê dibêjin: “Di rewşa îroyîn de nabe em xwe xapandin, bêdengbûn, bendewarî, xemsarî û di mal rûniştinê de bigrin ber ber xwe”.

Herwiha çêkerên wê anîmasyonê jî, ji çalakvanên çandî , hunerî û wêjeyî dixwezin ku bi nivîsîn, agahî dan, hatina ser dikê, xwendina sirûdan û çêkirina wêneyan, (derbareya destekdan bi Mehabadê ) erka ku ser milê wan e, bicih bînin.

Kawe Perwîzî (Ajwan Kamyaran), yek ji sazkerên wê berhemê ji ajansa Kurdpa re da zanîn ku: Enîmeyşina han, îlhamgirtî ji nerazîbûnên vê dawiyê ên Mehabadê û bi armanca destekdayîn û piştgiriya vê meş û serhildana azadîxwazane ye.

Navbirî armanca herî sereke ji çêkirina vê enîmayşinê, bi piştevanîkirin ji mirina bi rûmet ya Ferînaz Xusrewanî û gelê Mehabadê destnîşan kir.

Sazkerên enîmayşinê, berhema han pêşkêşî hemû dengên azadiyê û yên xwedî bîr û hizrên azad kirin.

Roja pêncşemî, 7`ê Gulana îsal, hemwelatiyên Mehabadî bi nîşaneya nerazîbûn ji mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî, pêşberî hotel “Tara” Ya wî bajarî, çalakiyên nerazîbûnê lidarxistibûn ku encama wê bi şer û pevçûnan bi dawî bibû.

Hemwelatiyên Mehabadî di wê xwenîşandanê de, daxwaza darizandina berpirsiyarên mirina wê keça ciwan ya bajarê mehabadî (Ferînaz Xusrewanî) kiribûn.