Hozanvanek kurd berhemên xwe di Festîvala Ermenistanê de pêşkeş dike

16:27 - 22 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermend Ferhad Şîrî ji bo Festîvala “Ark” di welatê Ermenistanê de hatiye vexwendin û biryar e di wê festîvalê de berhemên xwe bi du zimanên Kurdî û Farsî pêşkeş bike.

Li gor ajansa nûçegehaniya Kurdpa, Ferhad Şîrîê nivîskar, wergêr û rexnegirê edebî yê bajarê Kirmanşanê, bi awayek fermî bo festîvala “Ark” li Îrevanê hatiye vexwendin. Festîvala “Ark” ji ٢٠.٩.٢٠١٥ (٢٩.٦.١٣٩٤)an dest pê kiriye û bo mideha 10 rojan dê berdewam bike. Ev festîval, piştî festîvala Îtaliya bi giringtirîn festîvala Edebî li Rojhelata Navîn tê hesbandin.

Ferhad Şîrî ku di sala ١٩٧١ (١٣٥٠)an li bajarê Sehne ya ser bi parêzgeha Kirmanşanê ji dayîk bûye, heyamek berî niha di got û bêjek bi Ajansa Kurdpa re, pêşniyara darêtin û nivîsandina ferhengokekî peyvên kurdî bi çalakên wêjeyî ên Kurd kiribû û daxwaza kiribû ku mifahê ji destewaje û tiştên jibîrkirî ên Kurdî bistînin.