Hikûmeta Îranê Çavdêriyên Tundtir Dixwe Ser Malperên Înternetî

12:47 - 9 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Berpirsek ji Wezareta Îrşada Îranê bi navê Mihemed Sadiq Efrasiyabî, raginad, ew website û weblogên ku zaniyariyên nerast belav dikin dê werin daxistin û li gor ew terha ku me darêiye daxistin û paqijkirina malperan heta 01.02.2012-an dê dom bike.

Rojnamevan, Elî Esxer Remezanpûr di vê derbarê de ji bo malpera B.B.C ragihand: \" Berê malper li Îranê dihatin fîlter kirin û niha jî Îran ji rêyek din ve zext û givaşan dixin ser wêblagnivîsan. Ev hewla Îranê ji xeynê tengtirkirina azadiyê tu tişte din nîne.\"
Her di vê pêwendiyê de çend roj beriya niha polîsê Îranê yasayek nû derkiriye ku li gor vê yasayê diviya hemû kafînetên înternetê kamêrayên medar girêdayî bikar bînin û wêneyên bikarhêneran jî diviya heta 6 mehan were arşîvkirin.