HIJMARA ÇALAKÊN SIYASIYE EREB LI EHWAZÊ GIHÎŞTE 6 KESAN

16:04 - 9 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Çavkaniyên Mafên Mirovan dan xuyanê ku Elîriza Xebişawî Ê çalake Siyasî di jêr Işkenceyan de Jiyana xwe ji dest da.

Ev Çalake Ê 37 salî, roja 7’ê Tebaxê di jêr Işkenceyan de li Girtîgeha Ittila’ata Xelîfe a 95 Kîlomêtriye Rojhilatê Ehwazê Jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlehî ji Malabat wî li gundê “Ebûdîban”ê re gotine bên Termê wî bibin.

Dozgeha Cezayên Komara Islamî 5 kes ji Çalakên Ereb bi bi darvekirinê Mehkûm kirine.

Mihemed Emûrî, Hadî Raşêdî, Haşîn Şe’banî, Cabêr Albuşke û Muxtar albûşke bi Îdamê hatine Mehkûm,kirin û ji Ebdurrehman Esakire re 20 sal Girtîgeh û ji Ismaîl Ibyat re 5 sal û ji bo Elî Bedrî 6 sal Hebsî hatiye Şopandin.

Çavkaniyên Navçeyê dibêjin Elîriza û ji Heval û Xizmên nizîke hin ji wan Çalakên girtî ye.

Heya niha 6 Girtiyên Siyasiye Ereb li bin Işkenceyan de Jiyana xwe ji dest dane.

Xîban Ubêdawî ji Hemîdiye, Mihemed Çildawî ji Ehwazê, Riza Mixamsî jin Dizfûlê, Mihemed Ke’bî ji Şûş û Nasir Albûşke ji Ehwazê li jêr Işkenceyan de Mirine. Niha jî Elîriza Xibîşawî ji Malbatek Xelîfe li bin Işkenceyan de mirine.