Hêzên “Sedî Me`iber” yên Şaredariya Tengiyan êrîş kirine ser destforaşan

11:45 - 10 Gulan 2020

Roja Şemî 20`ê Banemer, li bajarê Seqizê hêzên “Sedî Me`iber” digel hêzên Întizamî, li pêşiya karaca Seqizê, êrîş kirine ser destfiroşan û di navbera hzên Întizamî û destfiroşên bajarê Seqizê de şer û pevçûn çê bûye.

Pêka gotina çevkaniyeke agehdar, bi sedema destkurtî û hejarî xelkeke zêde rû li karê destfiroşiyê kirine û hêzên hikûmetê bi hênceta wê ku detfiroşan rêya xelkê girtine, bi berdewamî êrîş dikine ser wan û kelûpelên wan yên detfiroşî digel xwe dibin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Eve çend car e ku hêzên “Sedî Me`iber” êrîş kirine ser destfiroşan û kelûpelên wan têk dabne.”

Herwisa pêka gotina wê çavkaniyê, hêzên “Sedî Me`iber” û hêzên întizamî, di hewlê de bûne ku çendîn kes ji wan destfiroşan binçav bikin lê xelkê Seqizê îzn nedaye wan û rê ji wê hewla wan girtine.