Hêzên leşkerî ên Îranê bi guleyan ciwanek hedef girtin

20:56 - 6 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi gule reşandina rasterast a hêzên leşekerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, ciwanekî Kurd ê Nûdşeya ser bi Pawe li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî giran hat birîndarkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja înê 5`ê hezîrana 2015`an, hêzên leşekerî ên Îranê li tixûbê “Milindo” ê Kirmaşanê, Ciwanekî Nûdşeyî Hedef girtin û bi tundî birîndatr kirin.

Peyamnrê Kurdpa, nasnameya wî ciwanê Kurd Setar Meqrûzî kurê Mihemed Xerîb ragihand.

Raporta li ser vê mijarê amaje bi vê yekê jî kiriye: Di dema ew ciwanê Kurd sewalên xwe diçêrand in, gule bi sedr de hatibûn reşandin û ew ciwanê 20 salî ji hêla sik (zik) ve bitundî hatibû birîndar kirin.

Gorî bîlançoyên li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî tomarkirin, ji destpêka buhara evsal heya niha, 9 hemwelatiyên kudr bi teqîna rasteqîne ya hêzên leşkerî ên Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.

Ji wan 9 kesane 4 jê birîndarbûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.