Hêza bêkaran li Îranê de bêdadiyê dike

15:54 - 14 Hezîran 2012
Kurdpa: dewleta ehmedînijad îdia dike ku li heyamê du salan de 3 milyon û 200 derfetên kar pêk aniye, lê karnasên aborî radigehînin ku ew yek îdiayek ne durust e

Karnasên aborî li ser vê bawerê ne ku zêdebûna ji nişkêve ya heşîmeta Îranê li dehka şêstan pêde bandora xwe li bazara kar ya Îranê de derxistiye. Zarokên wê demê ew ciwanên niha ne ku têne bazara kar de, bi bê vê yekê ku dewleta Îranê li cihê dana duruşman û îdiayên nerast derfeta kar ji bo wan pêk bîne.

Niha jî karnasên aborî bi belgeyên haşahilnegir diselimînin ku dewlet di warê pêkanîna derfetên kar îdiayên çewaşekarane û nerast dike.

Ehmed Tewekolî berpirsyarê nawenda lêkolînên meclîsê ya hikumeta Îranê ragehandiye ku Îran li meydana kesb û kar de li nav 193 welatan de li sala 1391 de pileya 144 heye, lê salên berê pileya 132’yan hebû. Ew yek nîşaneya xiraptirbûna rewşa kar li Îranê de ye.