Hewlêr: Xwepêşandanek li ser daliqandina Mensûr Arvend

14:29 - 18 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di hember daliqandina zindaniyê siyasî yê Kurd, Mensûr Arvend ji aliyê hikûmeta îslamî ya Îranê ve, meşek nerzîbûnê li Hewlêra başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 17`ê hezîranê, bi munasibeta şermizarkirina hikûmeta Îranê li ser daliqandina çalakvanê siyasî yê Kurd Mensûr Arwend, xwepêşndanek birêve çû.

Di wê xwepêşandanê de ku hejmarek ji welatiyên Kurd ên rojhilatê Kurdistanê yên rûniştvanên Başûr beşdarî kirbûn, destpêkê peyama birayê Mensûr Arvend, bi rêyê telefonê hat belavkirn û bi dûre peyama Fedrasyona Zindaniyên Siyasî bo beşdarbûyên meşê hat pêşkêşkirin.

\"27009.jpg\"
Di berdewamiya wê xwepêşandanê de, çend peyamên din jî, ji aliyê hin yekîne û bizavên siyasî ve hatin xwendin.

Darvekirina Mensûr Arvend çalakvanê siyasî yê Kurd di demekê de hat pêkanîn ku ji aliyê konseya Bilind a Îranê ve, hukim daliqandinê bo hukmê heta hetayî hatibû kêmkirin.

Mensûr Arvend ê Mahabadî roja yekşemî 14`ê hezîranê, li zindana nevendî ya Miyandûava ser bi Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê (bi tometa alîkarîkirin li gel partiyeke dîjberî hikûmeta îslamiya Îranê û hember Xwedê derketin), hat darvekirin.

Nûçeyên têkildar:
Îranê dîsa zindaniyekî siyasî ê Kurd daliqand