Hewara me Xidir Nebî: siyarê hespê boz !!

Marîna Siyabend

Ev cejna êzidiyan ku di meha sibatê de heftiya sêyem tê pîrozkirin, cejna evîn û evîndaran e. Xidir Nebî Xwedanê hezkirin û miraz hasilkirinê ye, Xidir Eylas piştevanê nexweşan, rêwiyan û girtiyan e.

Ev herdu efsaneyên êzîdî di nav çîvanoka Eskenderê Makedonî de tên diyarkirin. Tê gotin ku Xidir Nebî û Xidir Eylas diçin ji bo Eskenderê Ava Avilhayatê (Ava Hêwanê) bînin, lê bi rê ve av li ser wan de dirije û ew her zindî (sax) dimînin.

Li Ermenîstanê cejn çawa tê derbaskirin?

Vê heftê sê rojan: sêşem, çarşem û pêncşemê êzîdî rojî digirin. Her sê rojan berî derketina rojê radibin paşîvê, nan dixwin û divê wê rojê êdî tiştekî nedin devê xwe (cixarê jî). Heta êvarê, berî ku roj here ava kesên Rojî fitar dikin (nanxwarin). Û bi vî awayî sê rojan. Her sê rojan jî berî ku roj here ava nanê miriyan (xêr) tê derxistin. Xwarinên cur bi cur didin malê(n) cînaran. Ev jî nîşana jibîrnekirina pêşîyan e, hurmeta li hember bîranîna wan e. 

Berî cejnê li malê hemî xebatên şûştin û paqijkirinê tên kirin. Lê her sê rojan divê sabûn, derzî û şe neyê bikaranîn. Li gorî baweriya êzdiyan li pêşiya Xidir Nebî sabûnê bibe bûz, derzîyê bibe sitirîn, şe jî wê bibe mêşe û hatina wî asteng bike. Wateya vê ew e ku van rojên pîroz mirov ne ku guh bide xweşikbûna fîzîkî, divê derbarê paqijbûn û bedewiya ruhê xwe de bifikire û dilpak bibe.

Kalikê min wiha jî qal dike: ‘‘Xidir Nebî êzîdî bûye, lê ji keçeke cihû hez kiriye. Bi dilê wê lê direvîne. Eskerên kayzer didin dû wan. Ji bona ku negihîjin wan Xidir Nebî sabûn davêje pêşiya wan: dibe bûz, şe davêje: dibe daristan, derzî davêje: dibe sitirîn û bi vî awayî ji wan xelas dibin. Evîna wan bi ser dikeve. Ji ber wê Xidir Nebî wekî Xwedan û Piştevanê evîndaran tê naskirin. Cahîlên bermiraz hewara xwe li wî dadixin. Eger van rojan em ev tiştên qedexe bi kar bînin Xidir Nebî wê nikaribe here hewara wan’’.

Pêncşemê êvarê û îniyê şebeqê êzîdî diçin malên hevdû (pêşiyê mala şêx û pîran) û hevdû pîroz dikin. Kesên ji hev xeyîdî li hev tên. Li gundan pênçşemê êvarê Kosegeldî li malan digerînin, def û zurne lê dikeve, govend digere. Çend zarok dibin kom û gora Dolîdangê digerînin. Gorekî bi reng ji kulekan dikin xwarê û dibêjin:Dolîdangê, dolîdangê,Pîra malê qurbangê,Kurê malê zavangê,Tiştekî bikin Dolîdangê.
Neferên malê mêwe, şêrînayî, niha jî gelek caran pere dikin gore, zarok Dolîdangê dîsa radikin û li dawiyê bi tiştên topkirî kêfekê dikin. 

Li gundan adetek wiha jî heye:

Min li mala kalikê xwe jî dîtiye ku dîwar û sitûnên xaniyan bi ar tên neqişandin. Wêneyên zarokan û heywanan tên kişandin bi wê hêviyê ku wê salê mal tije zarok bin, heywanên malê (debara malbatê) jî zêde bin.
Her maleke êzidiyan pêncşemê êvarê li ser siniyê arê daxkirî elek dikin û datînin li ber Sitêr an jî li ser sifrê. Li gorî baweriya êzdiyan, wê şeva pîroz Xidir Nebî tê û ger şebeqê li ser ar şopa simê hespê xuya bû, xêr û bereketa wê malê zêde dibe. 
Di vê cejnê de zêde ciwan kêfxweş dibin.

Êvara pêncşemê totika şor tê çêkirin (bi destê qîza azep). Qîz û xortên bermiraz totika şor dixwin û li ser re bê av vexwarin radizên. Di xewnê de kê/kî avê bide, bi wê/wî re jî dizewicin. Baweriya ciwanan bi vê adetê gelek mezine, ji ber ku gelek caran xewnên dîtî diqewimin.

Li dawiyê:
 
Bila Xidir Nebî mirazbexşê we hemîyan be!
Cejna Evînê pîroz û bimbarek be !!!