Hevpeyvîn: Ferhenga Kurdî-Almanî, Almanî-Kurdî

20:14 - 26 Îlon 2012
Birêz mamoste, em dixwazin li ser navê dengemamoste.com, li ser ferhenga ku hûn nivîskarê wê ne ya Kurdî-Almanî û Almanî-Kurdî hevpeyînekê çêbikin. Pêşî em dibêjin ku, ji bo vê xebata we ya hêja em wê pîroz dikin. Berê hûn karibin ji kerema xwe re di derbarê ferhengê de hin agahdariyên teknîkî bidin, wê baş bibe.

*Spas. Belê, ferheng 363 rûpel e, ji du beşan pêk tê; Kurdî-Almanî û Almanî-Kurdî. Di ferhengê de nêzîkî 25.000 peyvên Kurdî û Almanî hene. Ev ferheng bi alîkariya Weşanên Mezopotamya ji alî Însititûta Kurdî ji bo Lekolî û Zanist li Almanya hatiye derxistin. Ferheng ferhengeke bêrîkê ye.
Baş e, gelo ji amadekirina vê ferhengê armancên we çi bûn?

* Wek min di pêşgotina ferhengê de jî diyar kiriye, bi kurtasî armanc ev bûn. Min bala xwe dayê ku hejmareke mezin Kurd li Awrûpa û bi piranî jî li Almanya bi cîh bûne û di ser vê re demeke dirêj derbas bûye. Li hin welatên Awrûpa yên din jî wek Awistûrya, beşek ji Belçîqa û Swîsre jî bi zimanê Almanî dipeyivin. Lê di destên me de di wî warî de zêde ferheng tune ne. Yên hene jî di nava gel de pir kêm in û ji bo bikaranîna rojane jî, ne zêde hêsan in. Çend fehegên ku hebûn jî, ji yek beşê pêk dihatin. Ango an Almanî û Kurdî an jî Kurdî û Almanî bûn. Lê beranberî vê ji bo zarok û ciwanên Kurd yên ku demek dirêj e li derveyî welêt dijîn an jî li wir bûne, ji zimanê zikmakî bêtir zimanê biyanî (Almanî) bûye resen. Ev jî pewistiya ferhengên du beşî, yanê him Kurdî-Almanî û him jî Almanî-Kurdî bi xwe re tîne. Tev vê jî ji bo kesên zimanê wan almanî ne û bi kurdî re têkil­dar in jî, fehengên waha hewce ne. Bigiştî ji ber wan armanc û hewcedariyan min pê­wîstî bi amadekirina ferhengeke Kurdî-Almanî û Almanî-Kurdî dît û biryara vê xebatê da. Armanca min ji ferhengeke akademîk zêdetir amadekirina li gor pêdivî û bikaranîna rojane bû.

Îcar ji kerema xwe ji me re hinekî qala awayê xebata xwe bikî. We kengê destpêkir, hûn çawa xebitîn û di nava xebatan de we çi zehmetî dîtin?

*Gava ku min dest bi karê amadekirina ferhengê kir, min dixwest li ber destan bes wek ferhengokeke biçûk hebe. Lê di pêvajoya nava xebatê de ev helwesta min hinekî hate guhertin. Ji ferhengokê bêtir, îcar min xebatên xwe hêdî hêdî ber bi ferhengeke berfi­rehtir domand. Dûre li ser pêşniyarên hin hevalan me zayendê peyvan lê zede kir. Min xebata ferhengê bi wî aweyî domand û bi dawî kir.

Mamoste, gelo di pêvajoya xebata ferhengê de kîjan astengî derket pêş wê û wê çi zehmetî kişandin?

*Bi rastî, karê amadekirina ferhengan li gor demên berê herçiqas bi pêşketina teknolojî wek kompûter ûhw. hinek hêsantir bûbe jî, dîsa jî karekî giran û bi zahmet e. Bi taybetî jî ji ber di warê zimanê kurdî de ev ceribok ne pir zêde ne, ev bi xwe jî bi serê xwe zahmetiyek e. Ji ber vê di destê me de ji alî ziman û zimanzanî de standart zêde tune ne. Pirsgirêka devokan pirê caran dibe asteng û mirov di nava xebatê de dixe nava şikê, guman û hinek dudiliyan. Vana jî xebatê zahmetir dikin. Li gor dîtin û tecrubeya ku min di nava vê xebatê de çebû, xebatên wek ferhengan û weki din ne bi yek kesî, bi hevbeşi û komîsyonan bên meşandin wê hêsantir û bi kêrtir bin.

We di nava axaftina xwe de got ku, hebûna devokan bi serê xwe pirsgirêkek e. Gelo ma we ev pirsgirêk çawa çareser kir?

*Hebûna devokan ne, ne standartbûna zimanê kurdî ye astengî. Gava di warê nivîsandinê de standartek hebe, devok ji astengiyan bêtir, dewlemendî ye. Bi rastî di vî alî de min bi xwe tu çareserî nedît û min nikarîbû bidîta jî. Ev ne karê min e jî. Divê zimannasên Kurd vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê heta ji min hat, min hewl da ku nîv standartek be jî ew zimanê di nava Kurdan de hinekî bi gelemperî rûniştiye, min xwest ez wî di ferhengê de bikarbînim. Lê disa jî ji ber standarteke westar (sabit) tune ye, bixwaze nexwaze devok wê hebe. Helbet ne bi tenê pirsgirêka devokan, di vir de tevliheviya rastnivîsê jî gelemşeyek mezin e. Ev jî mijarek standartbûnê ye û mixabin hê li benda çareseriyê ye.

Ferhenga ku we amade kiriye ji ferhengên din çi cudatiyê xwe hene?

*Helbet kêm û ne pir belavbûyî bin jî çend ferhengên Kurdî û Almanî hene. Bêguman ji xebatên wan cameran re ez rêz digrim. Divê mirov rast bibêje ku ev ferhengên ku hene, ji ya min berfirehtir û mezintir in. Lê wek berê ji min got, min ji ferhengek pir berfireh û mezin an mîna çavkanî bêtir, xwest ferhengek biçûktir, ji peyvên herî zêde di jiyana rojane de tên bikaranîn û hinekî jî ji bo bikaranînê hêsan û pratîktir amade bikim. Mirov kare bibêje dîsa wek cudatiyek din jî ez dikarim bibêjim ku ferhengên ku hebûn yekbeş bûn, ango an Kurdî û Almanî an jî Almanî û Kurdî bûn. Min xwest va ferhenga bi du beşan be. Ji ber sedemên ku min di pêşgotinê de jî diyar kiriye, hewcedariyek waha jî hebû / heye.

Baş e Mamoste, îcar em hinekî jî li ser çapkirina ferhengê rawestin.
Di derbarê weşandinê de rewş çawa bû? Kê xwe da ber barê çapê?

*Wek hûn jî baş dizanin, di xebat û berhemên Kurdî de newêrekî û zahmetiyek heye. Lê ez dixwazim bi şêkirandin bibêjim ku, ji bo weşana ferhengê çend saziyên Kurd bi fedakarî nêzîkê vî karî bûn. Bi rêya we ez dixwazim bi taybetî ji Însitituta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist a Almanya re spasiyên xwe pêşkêş bikim. Dîsa ji bo Yekitiya Mamosteyên Kurd li Awrûpa (YKM) re jî spasdar im. Ji ber ku ew jî amadebûn ku vê ferhengê bidin çapkirin. Cardin zor spas ji bo alîkariya çapê a Weşanên Mezopotamya. Di wir de her me dest bi spasiyan kir, bi destûra wê ez dixwazim spasiyên xwe ji kesên din yên ji min re bûn alîkar jî bikim. Di serî de spas ji bo Mamosteyê hêja Fewzî Ozmen ku bi rastî jî bi min re alîkariyek mezin kir û di vê xebatê de keda wî zêde ye. Ji bo amadekirina bergê ji birêz Îdrîs Omer re jî zor spas dikim. Dîsa bi nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe Komîsyona Redakte û Çavdêriye û rêvebirên Yekitiya Mamosteyên Kurd re gelek gelek spas dikim.

Ez disa dixwazim vegerim pirsa we a li ser çapê. Belê rast e, belkî ji wek pêdiviyek rojane bû jî, me di aliyê çapkirina ferhengê de zahmetiyên pir zêde nedîtin. Lê giştî mijara çapkirina berhemên kurdî bi rastî jî pirsgirêkeke pir û pir mezin e. Di wî warî de mirov dikare ji çapxaneyên Kurd re hinek gazinc û hinekî jî rexneyan bikî. Di demên dawî de wer xuya dibe ku çapdariya kurdî hedî hêdî ber bi bazirganiyê dihere. Helbet yên ku wek kes wî karî dikin divê payinek wan ya aborî jî hebe. Lê wek saziyên girêdayî hin rêxistinên Kurd divê vê yekê ji xwe re nekin kar. Em baş dizanin ku di destên gelek hevalan de xebatên keda salan û hêja hene. Le mixabin ji ber bê derfetbûnê nikarin van berhemên xwe çap bikin. Çapxaneyên giredayî saziyan pire caran ji armanca pêşvebirina ziman û çanda kurdî bêtir giraniyê didin weşana rêxistin, nûner û alîgirê xwe. Mirov dikare heta radeyekê li vê yekê jî bi xweşbîniyekê mêzeke. Lê divê wek prensîb di xebatên çandî de dive hin nirxên netewî û qelîte bingeh bên girtin. Ma ji xwe armanca wan jî ne netewperwerî ye ? wêca çima girîgiyê nedin berhemên waha? Dîsa divê di vî alî de hin saziyen hevbeş yên netewî jî bên avakirin. Mijareke din bi Çapxaneyên kurdi ve girêdayî jî buhayê pirtûkan e. Pirtûkên ku tên firotin zêde buha ne. Kêmanî ji sermiyanê xwe ji sedî sed buhatir tên firotin. Ev yek jî ji xwe kêm xwendevanên Kurd hîn jî çavtirsiyayî dikê û ji pirtûkan dûrtir dixe. Çapxaneyên armanca wan ne qezenca aborî ne divê rêjeya kara xwe kêm bikin da ku xwendevan ji pirûkan nevenciniqin.” Biborîne ev bersîv hinekî dirêj bû ne?

Na na! Xem nakê Mamoste, bi rastî mijarek girîng e ku hêja bû we bal kişand ser. Bi destûra we em hinekî jî bahsa dema piştî çapkirine biki.

*Belê belê! kerem bikin. Fermo!

Ferheng çap bû û şûnde, têkildariya Kurdan çawa bû?

Ezbebî, bi rastî ji bona nasandina Ferhengê di gelek rojname, kovar û malperên Kurdan de wek nûçê derket. Disa ji bo bidestxistina ferhengê jî hinek têkilî û daxwaz hatin. Hin hevalên ku çavên me li hevketin belkî hinekî jî ji mecbûri pîroz jî kirin. Lê mixabin, di çapemeniya Kurdan de ji alî nirxandinê de tu tiştek min nedît. Tu nivîskar, rewşenbîr û zimanzanê Kurd çend pevy nenivîsîn. Berhemek nû ye û pêwîstiyek e ku hatiye çapkirin. Mirov dinirxîne, dibêje xebatek baş e, an jî ne baş e. Ev ev kêmasiyên xw hene. Lê kesekî ne di çapemeniyê de nivîsî û ne jî ji min re ragihand. Ez bawer dikim ger li dewsa ferhengê pirtûk an gotarek li ser dijîtiya hin rêxistinê Kurd ba, gelek gelek nîqaşên berfireh we li ser bihatana kirin. Em wek Kurd ji kêmasiyê hev re xurtin, lê aliyê baş naxwazin bibînin.

Mamoste, heger ev çap belav bibe û şûnve, hûn ji bo çapa duywmîn tu tiştekî difikirin an na?

* Rast e, heger ev hêjmara ku hatiye çapkirin xelas bibe, ez difikirim ku em cardin ji nû bidin çapkirin. Lê dibe ku hin tişt lê bên zêde kirin an guhertin.
Bi taybetî jî ne bi tene, dixwazim tev hin heval em bihev re bixebitin. Vê gavê bawer dikim wê ferhengek hîn baştir derkeve holê.

Baş ê Mamoste em hedî ber bi dawiya hevpevyîna xwe diçin. Ji bona bi desxistina ferhengê gelo kesên ku bixwazibin bistînin we çawa karibin xwe bigihînin vê ferhengê bidest bixin?

*Wek me got Ferheng ji alî Însitituta Kurdî çap bû ye. Lê ji bo bi destxistinê, mirov kare bi Weşanên Mezopotamya û Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) re peywendiya deyne.

Baş ê Mamoste, ji bona vê xebata we ya hêja en careke din we pîroz dikin û ji bo hevpeyvînê jî zor zor spas dikin û berdewamiya xebatên we de ji we re serkevtinê dixwazin.

*Ez jî ji we re spas dikim û serkevtinê dixwazim.

Jêder: Dngêmamoste