Hesen Şêx Axayî bi dana 200 milyon tûmenî hate berdan

20:06 - 7 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hesen Şêx Axayî rojnamevan û birêvebirê malpera “Riwangeh” piştî du mehan bi danîna pereye zaf ji girtîgehê derket.

Li ser bingeha raporên belavbûyî roja Yekşemiyê 15’ê Sermawezê, Hesen Şêx Axayî Axayî rojnamevan û birêvebirê malpera “Riwangeh” piştî du mehan bi danîna pereye zaf ji girtîgeha Urmiyê derket, lê çalakiyên vê malperê hatine ragirtin.

Hesen Şêx Axayî di nîveka Rezberê de li ser karê xwe li Mehabadê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ahte girtin.

Du hefteyan berî niha jî dezgehên dezgehên ewlekarî û dadwerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê biryara girtina vî rojnamevanî meheke din jî zêde kirin.

Sûçê navbirî çalakiya piropagendeyî li dijî sîsetamê hatiye ragehandin, ku li gora gotina Şêx Axayî ew sûçên li ser vî, tenê buxatan in û nerast in.

Ew rojnamevanê Kurd di Pûşpera sala 2009’an û piştî bûyerên hilbijartina serkomariyê hate girtin û piştî heyamekê hatibû berdan.

Di 27’ê Xezelwerê de hejmarek ji çalakên Kurd ê xeyrî Kurd di nameyekê de daxwaz ji berpirsyaran kirin ku rê ji bo serbestberdana Şêx Axayî xweş bikin, û malpera Riwange jî hewce ye ku dest bi karên xwe bike.

Îmzakerên vê nameyê li ser vê baweriyê bûn ku: “Azadkirina Şêx Axayî û dirêjiya karê malperê dikare dengên neteweyî û yekîtîxwaz û rakirina dengên dijî neteweyî û yasaşikên be”.