Hesen Rûhanî piştevaniya bidarvekirinê di Îranê de kir

20:45 - 14 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serokê hikûmeta Îranê Hesen Rûhanî di rojnameyeke Îtalî de ragehand ku, nehêlana cezaya bidarvekirinê di Îranê de bi zirara Ewrûpa ye.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, çend roj berî sefera Hesen Rûhanî bo du welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de, gotubêja navbirî tevî rojnameyeke Îtalî çap û belav bû.

Serokê dewleta “Tedbîr û Omîd” di hevpeyvîna xwe tevî rojnameya “Korîrê Dêla Sêra”, serbarê piştevaniya ji cezaya bidarvekirinê bo tawanbarên madeyên hişber ragehand ku, hekî em wan bidarvekirinan bidin sekinandin, madeyên hişber wê bi hêsanê bigehin Ewrûpayê û eva jî bi qazancê we nabe.

Navbirî di hevpeyvîna xwe de hebûna sînorên dûr û dirêj tevî Efxanistanê, sedema sereke ya zêdebûna cezaya bidarvekirinê da zanîn.

Di sala borî de jî Mihemed cewad Larîcanî, cîhirê navnetewî û Sekreterê Civata Mafê Mirov a Dezgeha Dadweriya Îranê di malpera “Mîzan”ê de ragehand ku, zêdebûna rêjeya bidarvekirinê seba tawanên madeyên hişber li ser bingeha yasayê tê dîtin û hejmara wan zor e û eva jî mijareke cihê dilgiraniyê ye.

Eva di demekê de ye ku lêkolînan heya niha nîşan daye ku dana cezayên giran ên weke bidarvekirinê nekarîne ku rêya geşekirina bazirganî û bikaranîna madeyên hişber di Îranê de bigire.

Du sal berî niha nawendên berevanî ji mafên mirovan ên weke “Dîdebanê Hiqûqê Beşer” (çavedêra mafên mirovan) û “Kovalisiyona cîhanî ya li dijî cezaya bidarvekirinê” û herweha “Rêxistina navnetewî ya kêmkirina zirarên cîvakî”, di nameyekê de daxwaz ji “Îdareya xebat li dijî qaçaxa madeyên hişber ên NY kirin ku, heya wî çaxî ku Îran cezaya bidarvekirina tawanbarên madeyên hişber ji nav nebe, piştevaniya xwe ji polîsê xebat li dijî bazirganiya madeyên hişber wê bisekinînin.

Li gorî rapora nawenda amar a Kurdpayê, tenê di sala 2015’an a Zayînî de, heya niha pitir ji 920 kes di Îranê de hatine bidarvekirin û, li gorî gotinên karbidestên hikûmetî tawana %90 ji wan, têkilîdar bi madeyên hişber bûye.

Hewceyî basê ye ku seba bûyerên terorîstî ên Firansayê, sefera Rûhanî hate hiloşandin.