Herêmên Kurdakincî ên Xurasana Bakûr ji hebûna xizmetguzariyan bê par in

13:43 - 31 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Herêmên Kurdakincî ên Xurasana Bakûr ji hebûna xizmetguzariyan bê par in, û heya niha tu giringiyek bi wan nehatiye dan.

Li gorî nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa: Riya pêşîn a Deregez bo Qûçan bi sedema kêmtirxemiya berpirsyaran ne tenê nehatiye qîrkirin, belkû heya niha jêrsazî jî jêre nehatiye kirin û hemwelatiyên derdora vê riyê bo hatûçûnê li dema zivistanê de bi arîşeyan re berbirû dibin.
Kêmtirxemiya berpirsyaran û nebûna xizmetguzariyan li demekê de ye ku zêdetir ji 20 gundên nêzîk vê riyê, Kurdakincî ne, û ew Kurd li ser vê bawerê ne ku bi sedema Kurdbûna wan guh bi wan nahê dan.

413 salan berî niha bi sedema Şa Ebbasê Sefewî bi armanca berengarbûna bi êrîşa Ozbekan bo welatê Îranê, 40 hezar malbatên Kurd ên herêma Selmasê bo Xurasana Bakûr hatin veguhastin.