Hemwelatiyeke Kurd li bajarê Miyandoawê hate bidarvekirin

20:03 - 21 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hemwelatiyeke din yê Kurd, xelkê bajarê Mihabadê, di girtîgeha bajarê Miyandoawê de, hate bidarvekirin.

Li gorî rapora gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, spêdeya roja Çarşemî berwarê 7’ê Xezelwer ya sala 1394’an(2015), hemwelatiyê Kurd ê xelkê Mihabadê, bi navê “Elî Laçînî” ku çar salan berî niha bi tometa madeyên hişber bi cezaya bidarvekirinê hatibû mehkûmkirin, li girtîgeha bajarê Miyandoawê de hate bidarvekirin.

\"29031.jpg\"
Navbirî ji dema destbiserkirinê ve di girtîgeha bajarê Mihabadê de hatibû binçavkirin, lê 15 rojan berî birêvebirina cezaya bidarvekirina wî, bo girtîgeha bajarê Miyandoawê hatibû veguhaztin.

Eva di demekê de ye ku nawendên mafên mirovan a cîhanî û herweha Ehmed Şehîd rêportêrê rêkxistina “NY” ê taybet bi mafê mirov di Îranê de, bi awayekî berdewam, salane rêjeya herî zêde ya bidarvekirinê di Îranê de rexne dike.

Li gorî amaran %70 ji bidarvekirinên Îranê girêdayî bi madeyên hişber in.