Hemû Rojnameyên Îranê hatin daxistin

14:32 - 18 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Tevî nêzîk bûn ji sala nû û Newrozê piraniyan rojnameyên Îranê Îro Duşembî dawîn hejmara xwe a îsal bilav kirin û heya piştî bêhnvedana Newrozê tên daxistin.

Nûçegihaniya Faris bilav kir, bi wî avayî hejmarên dinê yên rojnameyên Îranê piştî bêhnvedana Newrozê weşana xwe dest pêdikin û di heyamê bêhnvedana serê salê de bo heyamê 20’rojan tên daxistin.

Hejmara yekem a rojnameya Cîhana Abûriyê berwar 6’ê Nîsanê,rojnameya Aftab Yezd, rojnameya Êtimad,rojnameya Tefahum, rojnameya Siyast,rojnameya Cewan,rojnameya Rêsalet 3’ê Nîsanê çap û bilav dibin.

ji aliyek din berwar 26’ê Çiriya Paşîn a Îsal rojnameya Xerb seva bilav kirina Karîkatoreke Ehmedî Nejad , bi biryara Wezareta Ferhen û Îrşada Îslamî weşana vê hat ragirtin û piştre sernivîskar û 3’ê kes ji rêveberên rojnameya han ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin