Helwesta nû ya melayekî hikûmetî qaşo Komele û opozosiyonên Îranê

19:26 - 18 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Nûnerê Welayeta Feqîh li Sine a Rojhelatê Kurdistanê, partiyên Kurd ên opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê wek Taliban li welatê Pakistanê da nîşandan û ew hemû bi dijminên Îslamê binav kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tometa dijberî kirina hêzên opozosyona hikûmeta Îranê ligel Îslamê ji aliyê Seyîd Mihemmed Huseniyê Şahrûdî, nûnerî Elî Xamineî ve, li parêzgeha Kurdsistan(Sine) di rêûresmekî de hat ragihandin.

Husênî di gotinên xwe de bi awayekî fermî navê rêxistina Komelê bir û ew bi dijminê Îslamê bi nav kir.

Wî berpirsê hikûmeta Îranê di gotinên xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku mela û kesên xwedî bîr û baweryên olî hember bîr û hizra dij şoriş(zid Înqilab) berxwedan kirin e.

\"23685.jpg\"
Seyîd Mihemmed Husêniyê Şahrûdî nûnerê Elî Xamineî ku partyên opozosyona Îranê dijminê Îslamê bi nav kirin e
Husêniyê Şahrûdî nûnerê Elî Xamineî ku gotinên wî ji aliyê nûçegihaniya Faris ve hatine belav kirin, kuştina melayê bi navê Kerîmiyan , pêşnivêj ê Cûme li Sine , bi partyên opozosyona Îranê re elaqedar kir.
Paye bilindtirîn berpirsê hikûmeta Îranê li Sine di dawiya axaftina xwe de qala wê yê yekê kir ku hîç ciyawaziyî navbera Taliban û partyên opozosyona Îranê nemaze Komeleyê de nîn e.

Hêjayî gotinê ye ku bo cara çendimîn e ku partyên dijberê hikûmera Îranê ji aliyê berprsên wê hikûmetê ve bêrêzî bi wan tê kirin . Eva di demekê de ye ku tevahiya wan gotinan bi avayekî yek alî tên encam dan û aliyê hember wan de bisekine nîne.