Hejmarek ji kedkarên şirketa “Azad Xerb” a Kirmaşanê dest bi girevê kirin

21:27 - 26 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji kedkarên şirketa “Azad Xerb” a Kirmaşanê seba vê ku ew kompaniya hatiye daxistin û meheneya wan nehatiye dan, dest bi girevê kirin.

Li gora nûçeyan Se’îd Melekiyan ji kedkarên vê şirketa navbirî di gotûbêja digel nûçegihanê Nûçegihaniya ÎSNA a herêma Kirmaşanê ragehand: Şirketa Azad Xerb ku karê berhemanîna “Ito Soîş Xodro” girtibû stûyê xwe, mixabin ku ji 9’ê Cozerdana sala borî ve hatiye daxistin.

Mixabin ku bi daxistina vê şirketê, ku nêzî 120 kedkaran tê de kar dikin, û her yek ji wan bi awayekî navgîn 10 milyon tûmenê wan li cem xwediyê şirketê ye, seba vê ku ew heqê xwe wernegirtine dest bi nerazîbûnê kirine.

Li gora zanyariyên ku ketine destên wan kedkaran de, xwediyê vê şirketê çûye Birîtanyayê û bersiva pêwendiyên wan kedkaran nade ku daxwaza mafên xwe dikin.

Her di vê derheqê de seba vê ku şirket deyndarê bankê ye jî, bankê bi qasî 85 milyard Tûmeî dest bi ser dem û dezgehên di nav şirketê de girtiye, lewra kedkar nikarin ku heta di cihê deynê xwe de, emwal û dem û dezgehên şirketê ji xwe re bibin.

Birêvebirê giştî ên lêgerîn û pêregihîştina bi gilî û gazindeyan di vê derheqê de ragehnad ku: emê bi nûnerên wan kedkaran re rûnên, û emê hewl bidin ku kêşeyên wan çareser bikin.