Hejmara heciyên gorî yên Kurdistanê, gihîşte 11 kesan

20:26 - 30 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Amara goriyên heciyan yên Îranê di bûyera “Mena” de, roj bi rojê zêde dibe, û niha gihîştiye 228 kesan.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, ji karwana heciyên Mehabadê bo hecê ya ev sal, 11 hemwelatiyên Kurd bûne gorî, û 3 kesên din jî birîndar in, ku di nava wan de sê kes jin in.

Ev heciyên Kurd xelkê bajarên Mehabad, Bokan, Pîranşar û gundên derdora wan bajaran in ku tevî karwana Mehabadê şandibûne Mekê. Li gor wan nûçeyan ku gihîştine Ajansa nûçegehaniya Kurdpa, heya niha 12 kes ji karwana navbirî nediyar in.Hemwelatiyên Kurd yên parêzgeha Urmiyê, di refên 8 karwanan de, ku ji bajarên Mehabad, Nexede û Urmiyê bûn, bo Erebistana Si’ûdî hatin şandin.

Roja Sêşem 07.07.1394’an, wate şeş rojan piştî bûyera Mena, berpirsê heciyên sala 1394’an ragehand ku hejmara goriyên heciyên Îranî ên bûyera Mena heya niha gihîştine 228 kesan. Bi gotina Hemîd Mihemedî, termên heciyan bi rêya nîşaneyên tiliyên wan, ku di dema çûna wan bo Erebistanê de, di firokexanê de hatibûn rakirin, tên naskirin.

Roja Pêncşemî 02.07.1394’an bi sedan kes ji heciyên Mekê di merasima recimkirinê de bi sedema heşîmeta zaf ketin bin pêyên hevdu, û hatin kuştin. Hejmara kuştiyên vê bûyerê di nûtirîn amara Wezareta Hec a Erebistanê de, nêzîk bi 2700 kes ji 22 welatên cîhanê ye.