Hefteya wehdet biryareke siyasî û bêwatedar li Îranê

20:23 - 10 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku biryar hatibû dayîn nimêja roja Înê a mizgeftek Sune li Tehranê, bi pêşnimêjiya mewlewî Ebdûlhemîd birê ve here lê hêzên leşlkerî ên hikûmeta Îranê (tevî behsên gur ên Hefteya Wehdet”yekbûn”) ew yek qedexe kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hevdem ligel bidawî hatina “konferansa yekgirtina Îslamî”, memûrên leşkerî û ewlekar ên hikûmeta Îslamiya Îranê, nehîştin daku Ebdilhemîd kanibe pêşnimêjiya mislamêêmn devere “Pûnek” a Tehranê bike.

Malpera“Kelême” belev kir; di demekê de ku nêmêjkerên Sune li Tehrana paytextê Îranê, daxwaz ji mewlewî Ebdullhemîd kiribûn bi wan re pêşnimêjiyê bike lê hêzên leşkerî û ewlekarî ên hkûmeta Îslamî ya Îranê nehîştin ew xwesteka misilmanên wê deverê bê dabîn kirin û hember daxwaza wan bûn asteng.

\"24132.jpg\"
Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku Navendên hikûmeta Îranê bi armanca pêkanîna şerê mezhebî navbera Sune û Şî’e sivikatî bi Sune dikin
Hêjayî gotinê ye ku asteng derketina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê hember xwestekên bisilmanên Sune ên Tehrana paytext (bi pêşnimêjiya mewlewî Ebdûlhemîd), di demekê de ye ku“Konferansa yekgirtina Îslamî ”li wî bajarî bi rêve çû û herwiha ev çend rojin ku behsa hefeya Yekbûn(Wehdet) li bajarên cihê reng ên Îranê tê kirin.

Gorî raporta nûçegihaniya“Seham Newz” hevdem ligel wan kiryarên bervajiî yekgirtina Sune û Şî’e, hejmarek welatiyên bajarê Qum a welatê Îranê rijiyan ser şeqaman û sivikatî bi peyrewên mezheba Sune kirin û hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê tu bertek hember vê yekê ji xwe nîşan nedan.

Pisporên siyasî ser vê baweriyê ne ku hikûmeta Îslamiya Îranê bi durust kirina nakokiyan navbera Sune û Şî’e, dixwaze xawestekên Neteweyên cihê reng li welatê Îranê bê watedar bike û wan ji bîr û doza neteweyî dûr bixe.

\"24129.jpg\"

\"24130.jpg\"