Hawar saz kirina ser “ sitran gotina solo ya jinan” vê carê ji aliyê nûnerê Bokan

14:17 - 10 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: gotinên nûnerê şarê Bokan li meclisa islamî ser solo(teke kesî sitran gotin) sitranên jinan tev reaksiyonên cida cida rûberû bû.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Qesîm Osmanî li hevpeyvînik tev websiteyik (osul gera) ji bi dû neketina dezgeha ferheng û irşad(çand û rênimûnî)a Bokan ser bi rê çona konsertên solo yên jinan rexneyik tund girt.

\"17770.jpg\"
Qesîm Osmanî nûnerê şarê Bokan li meclisa islamî
Ev nûnerê meclisa islamî daiwa hindê kiribû ku bi caran xelkên li Bokan ji vî xwestine ku tev kesên bi rêbirê konsertên wisa tûş be.

Gotinên Qesîm Osmanî li “ Meşriq news” tev reaksiyona welatiyên Kurd bi taybet artista Bokanî rûberû bû û ev bi “ reş kirina kesayetiya xelkên Bokanê” tawan bar kir.

Naciyê Selîmî li bersiva ser gotinên nûnerê Bokan li meclisa islamî de got: ya baş ew bû ku tiliyên mohr bûyê yekeyekê wî xelkî ser eniya xwe danî û destê sipasiyê bi aliyê xwedê bilind bikî, ne ew ku jiyana xelkên bokanê û qartîstan ji kesên tawanbar li meclisê de pişt trîbûn û ber kamêrayan bi reng û deng bi hesibînî.

Nûnerê Bokan her wisa ji bikên girêdayî bi hegera bi dû neketina ser bi rêçona konsertên solo ya keçik û weşana wê li ser torên internet jî bi gotina vî” nebûna çi rêgiriyik” bi tundî rexne kir.

\"17769.jpg\"
Naciyê Selîmî، derhênerê Bokanî
Ev derhênerê Bokanî li nivîsik xwede bi Qesîm Osmanî nivîsiye: mixabin te hem bi huner û hunermend( art û artîst) û hem berpirsên şar û ji hemuyan giringtir bi dezgeha irşad û berçavtir bi hemû kesên pişkdarê wê konsertê bêrêzî kiriye.

Naciyê Selîmî, derhêner û prodoktorê yekimîn filma dirêja Bokan û parêzgeha Azerbaycana rojava bi navê “ Evvelîn rûz ê Baranî( Yekimîn roja baranî)”e.

Gorekî bexşnama dezgeha Ferheng û irşad, bo bi rêçona konsertan, destpêkêde, naweya helbestan, navên bestan, navên lêderan û sitran bêjan tev DVDa bi rêçna wan bi formên pêwîst bi civîna karnasan bê dan û bi tinê li rewşa erênî bûnê, ew civîn derfeta bi rêçona wê konsertê derdixûne û li wê qonaxê de jî bi rêxistin tev dezgeha çavdêriya ciyên sosyal(Emakin ê Omûmî), konsert bi rêdiçe.

Yekik ji websitên lokal li Bokan, bersivdana xanima Selîmî parvekiriye û welatiyên Kurd bi şandina awirên xwe ser gotinên nûnerê xwe li meclisê de reaksiyona xwe şanî kirine û bi şanî kirina mixabinî û nerehetiya xwe ser wan cur alîgiriyan, xelkên Kurdistanê ji hebûna astengan ser solo sitran gotina jinan bi dûr danî û bi birêz Osmanî pêşniyar da ku bi cê gotinên wisa, pirsgirêkên şar çareser bike.