Gurûpên tundrew ji riya Meşrûbê ve jiyana xortên kurdan xistine metirsiyê

14:38 - 1 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Bikaranîna meşrûba destçêkirî û nestandard jiyana xortên Kurdistana Îranê xistiye metirsiyê û hevdem bas ji wê jî tê kirin ku gurûpên selfî dest li vî karî de hene.


Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, mideheke li bajarê Seqizê hejmarek xort û ciwan bi sedema vexwarina meşrûbê ve rastî kuştin, sergêjî û heta nesaxiyê piskolojîk jî hatine û hevwelatiyên Seqizê jî van reftar û reaksiyonan bi surûştî nizanin.

Nûçegihanê ajansa Kurdpa li bajarê Seqizê de ragihand ku midehekê berî niha, ciwanek bi nave “Şayan Seîdpûr” rastî kuştinê hatibû, anku bibû bikoj.

Çavkaniyek haydar bi nûçegihaniya Kurdpa ragihandiye ku Şayan piştî vexwarina Meşrûbê ciwanek din jî kuştibû û paşan derket bikoj meşrûba nestandard bikar biriye.

Îdareya pizîşkî ya dadweriya parêzgeha Kurdistanê piştî lêkolîn û testkirinê, biryar li ser dînbûna Şayan dabû û niha jî bo Şêtxaneya bajarê Hemedanê hatiye veguhastin.

Çavkaniyê herweha daye zanîn ku li vê derheqê de kesekî din jî bi nave Ebdula Qadirî, xelkê Seqizê bi sedema vexwarina meşrûba nestandard û destsaz tûşî bêhişiyê hatiye û niha li halê “Koma”yê de ye.

Nûçegihanê Kurdpa herweha daye zanîn ku li midehê yek sala derbasbûyî de heta niha ٦٠ kesên Seqizî ji ber vexwarina meşrûba nestandart rastî pirgirêkên rewanî û piskolojîk hatine.

Li gor pizîşkê nexweşxaneya Seqizê ku nexwast navê wî were eşkere kirin, ew meşrûb bi dermanê taybet û madeya senetî ya Şîşe hatine bijehrîkirin.

Tê gotin ku gurûpên îslamî yên tundrew weke Selefî dest li vî karî de hen.

Eve li halekê de ye ku li meha Reşeme ya sala ١٣٩١’an de, zêdetir ji ٥٠ hevwelatiyên xelkê bajarê Sine bi sedema vexwarina meşrûba nestandart, rewşa saxlemiya wan têk çûye û nizîk bi ١٤ kesan bi vê sedemê ve jiyana xwe ji dest dabûn.

Her wê demê jî xelkê Sine li ser vê baweriyê bûn ku Hikûmeta Îslamî ya Îranê bi hevkariya hejmarek ji tagir û moreyên xwe ve li wî bajarî de ku cihek taybet de piştî destkarî û bijehrîkirina vexwarinên elkulî bi xortên wî bajarî difroşin.