Guhertinên Navçêyê, Karîgerî û rola Kurdan

16:01 - 19 Şibat 2013
Unknown Author
Eskender Ceiferî

Pêkhatina arîşe û alozuiyan di rewşa welatekê de dikare bandor û karîgeriya xwe li ser welatên derdora wî welatî nîşan bide. Rewşa ne asayî û serhildan li Sûriye jî dikare ji bo hin welatan metirisîdar be. Xwastekên netewî û olî li welatên ku xwedyê çend netewe yan çend olan in, eger neyên dayîn, ew pris bi berjewendiya destihlata navendî, bi dawî nabin.

Pêştir jî li Sûriye, hinek ji netewe û oldaran, ji destihlat nerazî bûn, lê rewş ji bo nîşandana nerazîtiyê, ne baş bû. Hêza welat, di destên Bîst ji Sedî xelkê wî welatî de bû. Yasaya pejrandî di sala 1969\'an de li wî welatî, tenê wan kesan bi sûrî dinase ku ji dayîk û babên sûrî ji dayîk bibin. Ew jî tê wê wateyê ku eger kesek xwe bi Ereb nenasîne û navê Erebî nebe, wekî welatî nayê hijmarkirin û ji mafên welatiyek asayî bê par dibe.

Li Îraqê jî, miijara Kerkûkê, sereketirîn basa wî welatî bûye ku li sala 1957\'an ve heta niha digel nerazîtiyên Kurdan berbirû bûye û bi xasmanî ku destihlata navendî, hewil daye ku Jeografiya heşîmetî ya Kerkûkê biguhere, ew yek bûye sedema nerazîtiya Kurdan. Kurd li ser wê bawerê ne ku heta yasaya welat neyê cîbicîkirin, pirsgirêkên din nayên çareserkirin.

Li Turkiye piştî hatine serkar ya Partiya Dad û Geşepêdanê, gelek Kurd bûne alîgrên Partiya navbirî ku ya Erdoxan bû. Erdoxan bi xwastina lêbûrînê ji Kurdan bo Jînosayda salên 1937 û 1938\'an li herêma Dêrsîmê, karî têkliyên Kurdan û destihlata navendî ber bi rewşeka nû ve bibe. Beşdariya Kurdan di destihlata Parlemana wî welatî de û pirrolkirina şaredarî û parêzgariyan û sipartina wan bi destên Kurdan, bûne sedemeka din ji bo ku Kurd bi Erdoxan geşbîn bibin. Lê Yekîtiya Ewrûpa dibêje heta pirsa Kurdan cîbcî nebe, Turkiye nikare bibe endamê wê Yekîtiyê. Ji alî din ve, bi cihbûna aramî û rewşa baş ya abûriyê li herêmên başûrê rojhilata wî welatî, girêdayî rewşa Ocelan û aşîtî digel wî û alîgrên \"P.K.K\" ye. Kiştukala Turkiye û bandora wê li ser abûriya welat jî, girêdayî herêmên Kurd aknicî ye. Dahateka din ya Turkiye, Tûrîsm e lê eger ewlehî li wî welatî bi cih nebe, Tûrîst jî hazir nabin biçin wî welatî û ew yek jî di demekê de ye ku rewşa aram ji bo wî welatî, Tûrîsma baş li pey xwe tine.
Li gor çavdêrên siyasî, guhertina rewşa parek ji Kurdan wate Kurdên her yek ji wan welatan, dikare li ser Kurdên welatên din jî bi bandor be.

Turkiye, îdiayê dike ku welatekî Demokrat e. Lê Demokratbûn, di demekê de wateya xwe digire ku mafên kêmîneyên netewî û olî jî bê dayîn. Eger li Sûriye jî bixwazin Dmokrasiyê bi cih bikin, mafên Kurdan û oldarên bêparkirî ji destihlat, yek ji mercên sereke ji bo Demokrasiyê di wî welatî de ye. Eger rewşa Kurdan li wî welatî xirabtir bibe, rewşa wî welatî bi giştî dê xirabtir bibe. Ji alî din ve Kurdên Sûriya jî, xwe Du par in û nekarîne heta niha hevbendî yan hevdengiyekê di navbera xwe de pêk bînin. Eger Kurdên Sûriye hev bigrin, wê gavê mirov dikare li ser rewşa wan, baştir bifikre.