Gotubêjên Îmraliyê

15:28 - 17 Adar 2013
Unknown Author
Azad Kurdî

Pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê di bîst salên borî de bi gellek evraz û nişîvan re rûbirû bûye. Di hinek deman de rojeva çareseriya pirs Kurd li wî welatî rojên herî geş bi xwe re dîtin, lê nişka ve qonax diguherî û prosesa aştî û çarseriyê cihê xwe dida tundûtûjiyê.

Di nav dewleta Tirkiyê de nakokiyên gellek ciddî li ser çareserkiriana pirsa Kurd hene. Di dîroka nêzîk 80 salên borî yên Tirkiyê de, ji xeynî çaxê serkomariya Turkut Ozal û proseya piştî hatina AKP`ê bo ser desthilatê nebe, li wî welatî lojîka înkar û bişaftina netweyî û siyasetên nejadperestiyê li dijî Kurdan hatine meşandin.

Piştî AKP desthilat bidestve girt, hêdî hêdî pirsa kurd û pêwîstiya çareseriya vê pirsgirêkê bû rojev. Hinek pêngavên kultûrî û civakî bi sûdê Kurdan hatin avêtin, lê ev hemû têra proseya çareseriyê nekirine. Piştî ku li 15.02.1999, rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan hat girtin, heta vê dawiyê gotûbêjek ciddî û eşkere bona çareserkirinê di rojevê de nebû. Lê di çend mehên borî de hinek liv û tevgerên nû derketin holê ku zêde baznaeya wan li Îmraliyê dizivire.

Di deh salên borî de, gellek guhertinên berçav di sîstema siyasî ya Tirkiyê de pêk hatin. Berê Tirkiye ne ew dewlet bû ku di fikra çareserkirina pirsa Kurd de be, lê rewşa siyasî ya herêmê û berxwedana şoreşgerî û sivîl a gelê kurd û hişyariya netewî li vî parçeyê Kurdistanê, rayedarên nû yên Enqereyê anîn ser vê baweriyê ku pêwîste êdî şop û stirtêjiya berê neyê şopandin. Hêza “dewleta kûr” weke dijminê aştiyê lawaz bûye, hêzên nediyar qels bûne û generalên dosyeyên “bikujên nediyar” ketine kuncn girtîgehê. Ji hemûyan giringtir jî balasa çavkaniyên aborî yên Tirkiyê pirr guheriye. Loma tenê aştî û gotubêj dikare pisgirêkên Tirkiyê çareser bike.

Wek xuya dibe, dewleta Tirkiyê heta radeyekê biryara xwe daye û ji vê rastiyê fêm kiriye ku hemû xewnên Tirkiyê bi çareserkirina pirsa Kurd re derbas dibin. Ligel ku opozîsyona navxwe bi tundî li dijî proseya aştî û gotûbêjên nû derdikeve, lê AKP îsal ciddîtir ji qonaxên berê pêvajoya gotûbêjan dişopîne.

Ligel ku di mehên dawî de hin serlêdanên giring di navbera bloka “Hikûmeta Tirkiyê, BDP û birêz Ocalan” çêbûn, û hin hevdîtin salên berê di navbera MIT`ê û PKK`ê li Oslo pêk hatin, lê bê encam bûn, PKK û BDP mîna hergav muxatebê sereke birêz Ocalan diyar dikin bona gotubêjên aştiyane û çareseriyê û muxatebê îradeya xwe ya siyasî dizanin.

Destpêkirina gotubêjan ligel birêz Ocalan piştî 14 salan, nîşaneyek eşkere ye ku dewleta Tirkiyê jî dixwaze û dizane ku bi şer û tundutûjiyê pirsgirêk çareser nabe, belkî kûrtir dibe û xelkê azadîxwaz ê kurd jî li Bakûrê Kurdistanê ji maf û xwestekên xwe paşve venagerin. Loma destpêkirina qonaxa nû ya gotubêjên rasterast û eşkere yên dewletê ligel birêz Ocalan bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd, pêngavek erênî û cihê hêviyê ye. Mercê sereke eve e ku astengên ser rêya gotûbêj û proseya aştiyê ji aliyê dewletê bi taybet û aliyê kurd bên hilgirtin û pêvajo bigihîje encama pêdivî û armancên sereke.