Gola Urmiyê Ber Bi Ziwabûnê Diçe

16:04 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2013
Unknown Author
Azad Kurdî

Di çend salên borî de, asta ava Gola Urmiyê heta 6 metr kêm bûye, bi awayekê ku hin kes dibêjin bêhnên dawiyê dide. Niha pisporên warê jîngehê ji her demê zêdetir nigeranê ziwabûna Gola Urmiyê û dawîhatina temenê vê sermaya netewî dikin.

Qasê Çend salan e ku pirsa kêmbûna ava gola Urmiyê û xetera ziwabûnê wê golê bûye mijara rojevê û her aliyek bi awayekê pirsê şirove dike. Lê dema mirov asta niha ya ava golê li gor Qasê Çend salan e ku pirsa kêmbûna ava gola Urmiyê û xetera ziwabûnê wê golê bûye mijara rojevê û her aliyek bi awayekê pirsê şirove dike. Lê dema mirov asta niha ya ava golê li gorçend salên borî dide berhev, ne tenê nigeran dibe, belkî sedî sed metirsiya ziwabûna wê dikeve mêjiyê mirov.

Rayedar û dezgehên Komara Îslamî di van çend salên borî de, bê baldan bi nigeranî û şîretên pisporên warê jîngehê, tu tedbîrek bo rizgarkirina golê nemeşandine. Belkî ji xeynî hişkesaliya çend salên borî, bi projeyên cur bi cur nemaze çêkirina bendavan li ser çem û çavkaniyên sereke yên ava xursitî ya golê, çend qat zêde alîkarî dane proseya ziwabûna wê. Ji ber ku wan tu gav bala xwe nedane nerîn û pêşniyarên karnas û pisporên warê demografî û jeolojiyê derbarê metirsiyên ziwabûna gola Urmiyê.

Di çend rojên borî de, civîna sedan kes ji xelkê sivîl ê Urmiye û Tewrêzê li ser beravên gola Urmiyê, bi nîşana nerzîbûn li hember xemsariya dewletê bo çaresernekirina kirîza golê têra xwe balkêş bû. Sedan kes ji welatiyên sivîl ên wan du bajaran, di meşeke aştîxwazane de ber bi golê meşiyan û bi şerbik û alavên biçûk av rijandin nav golê. Bi vê tevgera sivîl û sembolîk, xelkê wan du bajaran nigeranî û nerazîbûna xwe li hemberî bêdengî û xemsariya karbidestan li hember ziwabûna ava gola Urmiyê dan xuyakirin. Lê wek edetê hercar yê hêz û karbidestên Komara Îslamî li hemberî çalakiyên sivîl û aştîxwazane jî, li cihê ku bersiva beşdarên vê meşa sivîl bidin, zêde yî 100 kes binçav kirin û wekî hemû liv û tevgerên herdemî yên xwe ligel meş û nerazîbûnên xelkê tevgeriyan. Vê meşê dubare bala civakê kişand ser kirîz gola Urmiyê. Kirîza ziwabûna ava gola Urmiyê ewqas cidî ye ku niha erdên ku berê hemû av bûn, bûne girên sipî û erdê wê zêde wek kifneke sipî dikeve berçav ku li benda mirinê ye.

Gola Urmiyê bi rûberê 5 hezar û 200 kîlometrên çargoşe, gola herî mezin ya Îranê tê hesibandin ku ava wê sûr e û 102 giravên biçûk û mezin hene. Di giravên golê de çendîn corên ajel û balindeyan dijîn, niha kêmbûna ava gola Urmiyê metirsiyê li ser jiyana wan jî pêk tîne.

Karnaseke pispor di warê jîngehê de ku ji ber pirsgirêkên ewlekariyê nexwast navê wê were eşkerekirin, di daxuyaniyekê de sedemên kêmbûn û paşdeçûna ava gola Urmiyê wiha şirove kir: “Di rastî de, gelek sedemên vê kirîz yan em bêjin karesata mirovî û jîngehê hene. Lê yên herî giring ev in; Hişkesaliya navbera salên 2000 heta 2007an, lêdana zêde ya bîrên avê li herêmên derdora golê û bikaranîna ava wan bîran, çêkirina çendîn bendavan li ser çemên mezin ku çavkaniya ava vê golê pêk tînin, wek çemên Nazlî, Berandêz, Beresor û wd... . Herwiha çêkirina bendava mezin a Lîqwan li bajrê Tewrêzê, çêkirina cada navbera bajarê Urmiye û Tewrêzê – naskirî bi Kelanterî - ku ji naverasta vê golê derbas dibe ku bûye sedem dehan ton alav û amûrên giran û axê bo nav gola Urmiyê bên rijandin û kûrahiya wê jî kêmtir be. Sedema din baran nebarîn û ziwabûna ava kanî û çavkaniyên xwezayî yên golê û germiya seqayê dibe sedema bûne helm a avê û li encam de zêdebûna sûratiya ava gola Urmiyê ku xêyeke zêde li derdora cihên hişkbûyî û kêmav bi cîh dimîne.”

Vê çavkaniyê ji bajarê Urmiyê eşkere kir; bo pêşîgirtin ji kêmbûna zêdetir ya ava vê gola Kurdistanê, gelek mekanîzmên guncaw û jêhatî hene ku di çend salên borî de, wek pisporên vî warî pêşkêşî berpirsên Komara Îslamî kirine, lê tu gavek nehatiye avêtin û berpirsyariya vê kirîza mezin a jîngehê dikeve stûyê wan û divê bersivderê civakê bin.

Pisporên warê jîngehê û çalakvanên sivîl û xelkê Urmiyê bi giştî, nigeranê rewşa aloz ya kêmbûn û ziwabûna wê gola bedev in. Ligel ku zêdeyî 10 sal dibe ev kirîz rastî gola Urmiyê hatiye, lê tu mekanzîmeke cidî û kêrhatî ji aliyê karbidestên Komara Îslamî nehatiye hilgirtin. Hemû aliyek jî, siyasetên şaş û xemsariya berpirsyarên hikûmetê wek sebebkarê xurtbûna vê kirîzê dihesibînin.