Gola Geher a parêzgeha Loristanê hişik dibe

19:50 - 26 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Pirsgirêka hişikbûna golên Îranê gihîşte gola \"Geher\" a ser bi parêzgeha Loirstanê.

Karnasekî biyava ‘’Abxîzdariyê’’ ragihand ku gola Geherê li halê zuhabûnê de ye û hişikbûna wê vegerande ser du sedemên surûştî û mirovî.

\"Husên Sadiqiyan\", Karnasê ‘’Abxîzdariyê’’ di gotûbêja bi Nûçegîhaniya ‘’Isna’’ re da zanîn ku çûyîna paşmav û avroyên kîmyayî , mirovî û heywanî bo nav wê golê de, rêjeya herî û zongava golê zêde û bûne sedema guherîna rengê ava wê.

Wî karnasî zêdebûna hejmara gerîde û geştyaran li wê deverê de bi yek ji sebebên serekî ên pêkhatina wê rewşê ji gola Geherê re ragehandî ye.

Li gor wî, her sal nêzîk bi 18 hezar geştiyar serdana gola Geher’ ê dikin, û ger her yek ji wan geştyaran 200 Giram madeyên şuştinê bi kar bînin, di salê de, aliyê kêm 3600 KG madeyên Kîmyayî taybet bi şuştinê tevlî ava wê golê dibe.

Navbirî zêde kir ku, eger bo heyama 3’ê salan pêşî ji hatina geştiyaran bo wê golê bê giritin, dikare bi pilanên jêhatî û endazyarî gol were rizgar kirin. Lê li egera xemsariya hikûmet û berpirsan de, ew gol bi yekcarî zuha dibe.

Gola Geher ku di nava rêzeçiyayê ‘’Iştrankêw’’ a Durûdê ser bi parêzgeha Loristanê de hilketiye, ji deverên geştiyarî ên xweş balkêş in ku her sal hejmarekî berbiçav ji gerîde û geştiyaran dikişîne aliyê xwe.