Girûpa Çiyavanî a Kurd gihîşte lûtkeya Demavend

13:24 - 3 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Endamên girûpa Çiyavanî a Jiyar li Sine, bilindahiya çiyayê Demevend girtin ber xwe û bi serbilindî serkevtin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, girûpa Çiyavanî a jiyar ku wek şaxa sereke ya Encûmena Çiyavanî li Parêzgeha Sine tê binavkiren, bi aramnca (hurmet girtin bo jîngehê) ji çiyayê Demavend bi ser kevtin.

Wê girûpê bi aramnca jor amaje pê hatîkirin û her wiha agahdar kirina bîr û hizra giştî derbareya parastina jîngehê de, ji bilndahiya 5 hezar û 671 metreyî a çiyayê Demavendê bi ser kevtin.

Girûpa navbborî heya niha karîne çendîn lûtkeyên bilind ên wek “Çil Çeme”, “Solan Sêrac”, Elvend , Sebelan û Demawend jî, bixin bin rikêfa xwe.

Demavend bi blindahiya 5 hezar û 671 metreyan li bakurê Îranê bi cih bûye ku wek bilindtirîn rêze çiyayênê Îranê tê binav kirin.

Her wisa ew çiya li Rojhilata Navîn de jî wek 2 `emîn lûtkeyê bilind çiyayî tê hejmartin..