Girtiyên ereb ên Îranî jî biryara greva birçîbûnê dan

14:08 - 20 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi munasibeta roja cîhanî a piştevanîkirin ji girtiyên siyasî , 4 zindaniyên ereb ên Ehwazî li zindana Recayîşehr a Kerec û Evîna Tehranê, biryardan bikevin grevê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro 20`ê Hezîran (roja cîhanî a destek- kirina zindaniyên siyasî), Ferheng û Şehram Pûrmensûrî, Xalêd û Resûl Herdanî , 4 zindaniyên ereb in ku hember binpêkirina mefên zindaniyên siyasî li Îranê, dê bikevin gireva birsîbûnê.

Bi gotina çavkaniyeke agah, Xalêd Herdanî ragihandiye: Di egera berdewamiya heps û cezayê lê hatî birin de, ew dê gireva xwe bidomîn e.

\"27015.jpg\"
Xalêd Herdanî ew 15 salin li zindana Recayîşehr dimîne
4 zindaniyên ereb ên jor îşare bi nasnameya wa hatî kirin, ji tevahiya parêzerên mafên mirovan û demokratxwaz ên Îran û cîhanê dawe dikin ku piştevanî ji girtiyên siyasî bikin.

Ew bi tometa dizîna balafirekî ku ji Ehwazê ber bi Benderebasê ve diçû, hatine mehkûm kirin.

Dozgeriya Îranê cezayê darvekirinê li Xalêd Herdanî, Şehram û Ferheng Pûrmensûrî birîbû ku piştre bi cezayê heta hetayî hatibû kêm kirin. Ew niha 15 salin li zindanê dimîn in; di demekê de ku sînorek jî bo zindana hetahetayî li Îranê nehatiye kifşkirin.

Hêjayî gotinê ye, ew 3 girtiyên navborî dema binçavkirinê , kêmtir ji 18 sal temen bûne.