Girtiyekî siyasî yê Kurd ket greva birçîbûnê

16:26 - 30 Adar 2015
Ajansa Kurdpa:Zindaniyekî siyasî yê Kurd li Zindana Mescid Sulêmana Xuzistanê, bi sedema nerazî bûn ji hukmê heta hetayî ê dozgeriya Îranê ku bi wî re hatiye pesend kirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Çengîz Qedemxêr zindaniyê siyasî ê Kamyarana rojhilatê Kurdistanê li zindana Mescid Sulêman a Xuzistanê, bi sedema rênedana çavpêketin ligel malbata wî û zindana heta hetayî ket greva birçîbûnê.

Çavkaniyêke agah li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa re got: Di hefteya borî de malbata wî girtiyê siyasî, serdana zindana ku ew lê kiribûn, lê karbedistên hikûmeta Îranê li girtîgehê rênedabûn hevdîtin bi wî re pêkvere.

Wê jêderê eva jî bilêv kir ku Çengîz Qedemxêr, di nameyeke fermî de berpirsên girtîgehê ji greva birçîbûna xwe agahdar kirin e.
\"25737.jpg\"
Reftara nebaş ya berpirsên zindanê ligel Çengîz Qedemxêr bû sedema greva birçîbûna wî zindaniyê siyasî yê Kurd
Zindana Mescid Sulêman li parêzgeha Ehwaza Îranê di 470 km bajarê Kamyaran (cihê ji dayîk bûna wî zindaniyê siyasî) bi cih bûye.

Çengîz Qdemxêr beriya niha bi 4 salan bi tometa alîkarî kirin bi partiyeke opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê re, li gel çend hevalên xwe yên bi navên Ferdîn Ferecî, Xusrew Rezayî û Eyûb Esedî hatibûn binçav kirin.

Ew çar welatiyên Kurd ên navborî her wiha bi tometa derketin hember Xwedê (miharibe) hatbûn mehkûm kirin. Di biryara dawîn a dadgehê de Çengîz Qedemxêr bi 40 sal û sirgûn kirin bo zindana Mescid Sulêman, Mohemmed Husên Rezayî bi 45 sal hukmê girtinê bo zindana Mînabê hat veguheztin, herwisa Ferdîn Ferecî bi (30) bo zindana Tebes û Eyûb Esedî jî bi 20 sal cezayê hepsê, bi girtîgeha Kaşmêrê hat dûr xistin.