-Girtiyekî siyasî piştî derbazkirina hukmê xwe, di serbest hate berdan

19:39 - 7 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî siyasî yê kurd, piştî derbazkirina heyama hukmê xwe, di girtîgehê de, serbest hate berdan.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, roja Sêşemiya heftiya derbazbûyî, cezaya 8 mah girtina Kamil Mamşêx kurê Mihemed, bi dawî hat, û hate berdan.

\"28942.jpg\"
Kamil Mamşêx
Mamşêx li meha Sermawez a sala derbazbûyî de hatibû girtin. Girtiyê temen 29 salî, di destpêka Banemera sala 1392’an, piştî gazîkirin bo nawenda nûçegehaniya îdareya îtila’ata bajarê Nexedê, hate destbiserkirin.

Çiqa duyem a dadgeha şoreş a Nexedê, li gor madeya 499 û 500 a yasaya cezaya Îslamî, bi tawana “Alîkarîkirin û pêwendî tevî yek ji partiyên Kurd ên dijberê Îranê” cezaya du sal û şeş meh girtinê bi ser Kamil Mamşêx de sepand.

Piştre dadgeha pêdeçûnê a parêzgeha Urmiyê, dadwer Xulamî cezaya han red kir û cezaya wî bo 8 mah girtinê kêm kir.

Kamil Mamşêx akinciyê gundê “Xelîfan” a bajarê Nexedê ye ku berê jî çend carî bo nawendên ewlehiyê hatibû gazîkirin.